Koyûncû li ser gora xwe hat bîranîn

Ji damezrînerên yekemîn koma muzîkê ya rock a Laz Kazim Koyûncû, di salvegera 10. a wefata xwe de li ser gora xwe hat bîranîn.

Ji damezrînerên yekemîn koma muzîkê ya rock a Laz Kazim Koyûncû, di salvegera 10. a wefata xwe de li ser gora xwe hat bîranîn.

Ji damezrînerêne yekemîn koma muzîkê ya rock a Laz Kazim Koyûncû, ku weke 'zarokê serhildêr' ê muzîka Derya Reş dihat naskirin û bi têkoşîna xwe ya li hemberî talankirina xwezaya Derya Reş dihat zanîn, di 10. salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li navçeya Artvîn Hopayê hat bîranîn.

Di merasîma bîranînê de tevî malbata Koyûncû, endamên Malên Gel, Komeleya Çandê ya Laz, koma alîgirê Trabzonspor Vîra û hevalên wî amade bûn. 

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, beşdarên merasîmê axivîn û Koyûncû bibîr anîn. Merasîma bîranînê bi guhdarîkirina li stranên Koyûncû bi dawî bû.