Wesayîta koçberên Kurd ên Reqayê rastî mayînê hat: 6 mirî
Ji nav malbatên ku ji ber gef û tehdîdên çeteyên DAIŞ`ê ya valakirinê berê xwe dan Kobanê 2 malbat rastî mayînekê hatin, di encamê de 6 kesan ji wan jiyana xwe ji dest dan.

Malbatên welatiyên Kurd Mustefa û Mehmed Ebdulrehman ên ji bajarê Reqayê ku îro ji ber gef û tehdîdên çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî Kurdên Reqayê û biryara derxistina wan ji bajar, di rêyên qaçax re xwestin xwe bighînin Kobanê lê di rê de mayînek di wesayîta wan de teqiya.
Mayîn li ser rêya ketina Kobanê û bi taybet li gundê Qurfilê yê ku dikeve rojhilatê Kobanê bi wesayîta wan de teqiya. Di encama teqînê de ji 11 kesên di wesayîtê de 3 jê zarok bi giştî 6 kesan jiyana xwe ji dest da, her wiha 5 kes birîndar bûn. 12 kesên jiyana xwe ji dest dan ev in: ˮKewser Mustefa Ebdulrehman (1,5), Mehmud Mustefa Ebdullrehman (3), Ehmed Mehmud Ebdulrehman (6), jina bi navê Hacîre Ebdulrehman ku temenê wê nehat zanîn, Zehmra Mihemed hevsera Mustefa Ebdulrehman û ajokarê wesayîtê ku navê wî nehat nasîn in.
Kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Emel a li navenda bajarê Kobanê, bijîşkan li vir karên pêwîst pêk anîn û ew rakirin nexweşxaneyên Bakurê kurdistanê.