Zexta Îstîxbarata Elman wê were protestokirin
Binçavkirina endama Yoûng Strûggle Seofî K. a ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ket ser rê, lê ji aliyê îstîxbarata Elman ve hat binçavkirin, wê were protestokirin.

Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku astengiyên îstîxbarata Elman ên li pêşiya xebatên ji nû ve avakirina Kobanê, wê were protestokirin. Hat ragihandin ku çalakî wê îro li Balafirgeha Dusseldorfê saet di 18:30 de li Gate B pêk were.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Endama Yoûng Stûggle Sofîe K. a çend roj berê ji bo biçe Kobanê ket ser rê, li balafirgeha Koln-Bonnê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û zexta psîkolojîk lê hatibû kirin.
Polîsê Elman ku li hemberî şebekeya terora Îslamî ya çeteyan dişîne nava DAIŞ'ê bêdeng e, li hemberî ciwanên şoreşger ên dixwazin êşa gelê Kobanê sivik bike, terorê dimeşîne.
Em bang li kedkarên koçber, mirovên pêşverû, şoreşger û her kesên alîgirê mirovahiyê dikin ku vê êrîşê protesto bikin."
Cih: Stasyona Balafirgeha Dusseldorfê
Dem: 25'ê Hezîranê, Pêncşem
Saet: 18.30 Gate B