Di doza Anter de wê Ozansoy, Eymur û Taşanlar bêne guhdarkirin

Di doza Musa Anter de dadgehê biryara Orhan Taşanlar, Mehmet Eymur, Alî Ozansoy ên ku endamên MÎT'ê bûn wek şahid bên dadgehê û bêne guhdarkirin da.

Di doza Musa Anter de dadgehê biryara Orhan Taşanlar, Mehmet Eymur, Alî Ozansoy ên ku endamên MÎT'ê bûn wek şahid bên dadgehê û bêne guhdarkirin da. Dadgehê biryara Hamît Yildirim bi girtî, Savaş Gevrekçî jî bê girtî bê darizandin da û doz taloqî 17’’ê Îlonê kir. Parêzerê bersûc Hamît Yildirim, Kaya Yelek wiha got: “Yildirim ji ber hevpeyvîna Ozgur Gundemê hatiye girtin û ev 3 sal in tê darizandin. Doza Anter wekî çîrokekê hatiye tesewîr kirin.”

Rûniştina sêyemîn a doza Musa Anter a ku endamên JÎTEM'ê tên darizandin piştî ku bi biryara Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve neqlî 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hate kirin, pêk hat. Di dozê de malbata Musa Anter, parêzerên malbatê û parêzerên bersûcan, bersûcên girtî Hamît Yildirim û yê bêyî girtî tê darizandin Savaş Gevrekçî û welatî amade bûn. Parêzerê malbata Anter, Selîm Okçuglu mafê parastinê kir û daxwazên wekî "Orhan Taşanlar ê ku di 1995’an de Midûrê Emniyeta ya Enqereyê bû Mahmut Yildirim binçav kiribû û lêpirsina wî kiriye bila wekî şahid bînin dadgehê. Savaş Gevrekçî yê ku bi berpirsyariya wî giran e bila bi girtî bê darizandin. Ji ber bi MÎT'ê re têkîliya wî heye dikare delîlan ji holê rake” anî ziman. Okçuoglu diyar kir ku Duran Firat, Hîlmî Karaer Samî Ozsoy Şukru Elgîn ên ku wê demê endamên MÎT'ê bûn jî bila wekî şahid bên û di dadgehê dê bên guhdarkirin.

Piştî Okçûoglu parêzerê bersûc Hamît Yildirim, Kaya Yelek axivî wiha got: "Yildirim ji ber hevpeyvîna Ozgur Gundemê hatiye girtin û ev 3 sal in tê darizandin bila bê berdan." Yelek îdia kir ku doza Anter wekî çîrokekî hatiye avakirin û qurbanê vî çîrokê jî Hamît Yildirim e.

Piştî axaftina Yelek, Heyeta Dadgehê biryar da. Dadgeh biryara Orhan Taşanlar, Mehmet Eymur, Alî Ozansoy ên endamê MÎT'ê bûn wekî şahid bên dadgehê Dadgeh biryara Hamît Yildirim bi girtî, Savaş Gevrekçî jî bê girtî bê darizandin da. û dozê taloqî 17’ê Îlonê kir.

Piştî rûniştin bi dawî bû parêzerê malbata Anter, Selîm Okçûoglu li ber edliyeyê axivî û got ku dosyaya JÎTEM'ê hatiye Enqereyê lê hêj negihîştiye dadgehê. Okçuoglu anî ziman ku 1'emîn Dadgeha Cezaya Gian a Amedê berê jî ev biryar dabû lê 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ev biryar qebûl nekiribû. Okçuoglu têkîldarî dozên ku ji bajarên Kurdistanê neqlî bajarên rojava têne kirin de jî diyar kir 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi vê biryarê dixwaze van dozan birevîne.