MPKE êrîşa li dijî Kobanê lanet kir

Alîkarê Serokê Koma Sosyalîst Arcadîo Dîaz Tejera di axaftina xwe ya li Civata Giştî ya MPKE de êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê û kuştina sivîlan lanet kir.

Alîkarê Serokê Koma Sosyalîst Arcadîo Dîaz Tejera di axaftina xwe ya li Civata Giştî ya MPKE de êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê û kuştina sivîlan lanet kir.

Alîkarê Serokê Koma Sosyalîst Arcadîo Dîaz Tejera, di rûniştina Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ya li ser pirsgirêkên koçber û penaberan de mafê axaftinê wergirt û got, "Me bihîst ku danê vê sibehê, kujerên DAIŞ'ê êrîşeke xwînxwarî birine ser navenda bajarê Kobanê, ku herêma li ser sînorê Tirkiyeyê ye. Tê gotin ku di êrîşê de bi dehan mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dane, gelek mirov birîndar bûne."

Endamê Komîsyona Têkiliyên Siyasî û Monitoring a MPKE Arcadîo Dîaz Tejera destnîşan kir ku ji bo têkbirina DAIŞ'ê divê beriya her tiştî çavkaniyên xwe yên hatineyê, bê birîn. Tejera diyar kir ku hatineya sereke ya DAIŞ'ê firotina petrolê ya di ser Tirkiyeyê re ye û anî ziman ku di serî de ev yek divê hemû çavkaniyên hatineyê yên Tirkiyeyê bên birîn. Ji bo vê yekê jî Tejera destnîşan kir ku pêwîste welatên Ewropayê pêkanînên şênber, destnîşan bikin.

Ji partiya Syrîza ya li Yewnanîstanê desthilatdar e endama MPKE Prof. Athanasîa Anagnostopoûloû jî got, "Li ser navê Koma Çep a MPKE, em vê êrîşa xwînxwar a DAIŞ'ê ya danê vê sibehê li hemberî Kobanê kiriye şermezar dikin û bi hemû hêza xwe em van qetlîemkaran lanet dikin."

Prof. Athanasîa Anagnostopoûloû ku di heman demê de endama Komîsyona Koçberiyê ya MPKE ye diyar kir ku Kobanê ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya mirovahiya cîhanê, li dijî barbariya DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa nîşan daye û destnîşan kir ku divê ev berxwedan bi tenê neyê hiştin.