Li Swêdê avahiya zarokên penaber lê dimînin rastî êrîşê hat

Li avahiyeke Tranås a Swêdê ku zarokên penaber lê diman duh li derdora saet 03:00’an şewat derket. Di encama mudaxaleya erkdarên îtfaiyeyê û rizgarkirinê de 25 zarokên li avahiyê diman li otelekê hatin bicihkirin.

Li avahiyeke Tranås a Swêdê ku zarokên penaber lê diman duh li derdora saêt 03:00’an şewat derket. Di encama mudaxaleya erkdarên îtfaiyeyê û rizgarkirinê de 25 zarokên  li avahiyê diman li otelekê hatin bicihkirin.

Berdevkê çapemeniyê yê polîsan Tommy Thorngren da diyarkirin ku di şewatê ewlehiya canê kesên li avahiyê  ketiye tehlukeyê û bûye sedema windahiya madî. Berdevk da xuyakirin ku ji bo derketina şewatê ti sedemên xwezayî nehatine dîtin, ji ber vê sedemê jî têkildarî sûcê êrîşê lêpirsîn dane destpêkirin.

Rayedarê îtfaiyeyê Fredrik Larsson jî da diyarkirin ku ji ber cihê cilşûştinê bi temamî  şewitiye, ne gengaz e sedema şewatê bê dîtin.