Çeteyên El Nûsra êrîşî Deraa kirin

Li bajarê Deraa yê li Başûrê Sûriyeyê, hêzên selefî yên bi çeteyên El Nûsra re tevdigerin, li dijî hêzên rejîmê êrîşeke nû dan destpêkirin.

Li bajarê Deraa yê li Başûrê Sûriyeyê, hêzên selefî yên bi çeteyên El Nûsra re tevdigerin, li dijî hêzên rejîmê êrîşeke nû dan destpêkirin. 

Hêzên selefî yên bi pêşengiya El Nûsra ku baskê Sûriyeyê yê El Qaîdeyê ye, li Dera ya li Başûrê Sûriyeyê ye, li herêmên di bin kontrola artêşê de êrîş pêk anîn. Li gorî agahiyên hatine girtin hêzên ku Ahrar’uş Şam û Artêşa Îslamî jî di nav de ye, windahiyên mezin daye rejîmê.

Mala Şopandinê ya Mafê Mirovan a navenda wê li Londonê ye (SOHR) diyar kir ku li herêmê pevçûnên dijwar pêk tên û hêzên rejîmê jî êrîşên hewayî pêk anîne.