MPKE mafê hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re kir rojeva xwe

Buroya Îcrayê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) biryar girt ku serlêdana têkildarî hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re binirxîne.

Buroya Îcrayê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) biryar girt ku serlêdana têkildarî hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re binirxîne.

Berî niha bi du mehan 20 parlamenterên ji welat û komên cuda yên polîtîk, ji ber desthilatdariya Enqereyê hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzerên xwe re asteng dike serî li Buroya Îcrayê ya MPKE dabûn.

Buroya Îcrayê ya MPKE vê hefteyê biryara girt serlêdan di cih de dît û biryar girt bîne rojeva xwe.

Li gor biryarê wê têkildarî rewşa Ocalan an wê raportorek bê tayînkirin an jî wê ji aliyê komîsyonên hiqûq û mafên mirovan ve bê destgirtin. Di encama wê pêvajoyê de wê li ser navê MPKE biryar karibe bê girtin.