Desteya Mafên Mirovan îdîayên li hember YPG’ê derewand
Desteya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê bang li hemû rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kirin ku serdana hêrêma Cizîrê û Kobanê yên hatine rizgarkirin bikin.
Desteya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê bang li hemû rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kirin ku serdana hêrêma Cizîrê û Kobanê yên hatine rizgarkirin bikin.
Desteya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê bang li hemû rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kirin ku serdana hêrêma Cizîrê û Kobanê yên hatine rizgarkirin bikin û rastiya ku hin dezgehên çapemeniyê yên girêdayî dijminên Kurdan ên li dijî azadî û demokrasiyê ku hewldidin berevajî bikin û rewşê di cih de bibînin.
Desteya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê der barê îdîayên hin dezgehên çapemeniyê yên girêdayî dijminên Kurdan ên li dijî azadî û demokrasiyê ku îdîa dikin ku hêzên YPG’ê qirkirina etnîkî li herêmê dimeşîne, de daxuyaniyeke nivîskî da û têde hat diyarkirin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk parastina jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên herêmê de dike.
Daxuyaniya Desteya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê wiha ye:
“Di 24’ê Hezîrana 2015’an de heyeteke Desteya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê serdana bajarê Girê Spî kir û geşedanên dawî û rewşa welatiyan ji nêz ve şopand.
Me di gera xwe de ya li bajarê Girê Spî û li gundê wê dît ku jiyana welatiyên herêmê normal derbas dibe û welatiyên ji ber şer û pevçûnan neçarî koçberiyê bibûn, piştî herêm hate rizgarkirin vedigerin malên xwe. Me bi gelek welatiyan re hevdîtin pêk anîn, welatiyan bi rizgarkirina bajarê Girê Spî gelekî kêfxweş bûn û spasiya hêzên YPG’ê û YPJ’ê dikirin. Her wiha gelek alîkariyên mirovahî li welatiyên herêmê hatibûn belavkirin.
Di hevdîtineke me de li gel fermandarekî YPG’ê li heman herêmê me rawşa hin gundan ku welatiyên wan koçber bibûn pirsî, fermandarê YPG’ê jî diyar kir ku ew gund tije bombe û mayînên çeteyên DAIŞ’ê ne û dema ji mayînan werin paqijkirin dê derfeta vegera welatiyan bidin.
Di gera me ya li bajarê Girê Spî de me dît ku piraniya welatiyên koçber bibûn vedigeriyan malên xwe û pêdiviyên welatiyan ên sereke jî ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve tên peydakirin. Di vê derbarê de tu cudahî di aliyê xizmetguzariyê de li herêmê me nedît. diderbarê îdîayên hin dezgehên çapemeniyên yên girêdayî dijminên kurdan ku îdîa dikin ku hêzên YPG’ê pêkhateyên Ereb û Turkmen ji herêmê koçber dikin de, tu rastiya vê îdîayê tune ye û armanca van îdîayan tenê derxistina tevliheviya di navbera pêkhateyên herêmê de ye. hemû pêkhateyên herêmê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di aliyê leşkerî, siyasî, çandî û civakî de tên parastin. Piştî aloziya Sûriyeyê mezin bû, diyar bû ku jiyana hevbeş û piralî û pêkanîna wan li ser erdê çeka herî xurt li dijî hêzên tarî ye.
Di vê derbarê de em bang li hemû rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan dikin ku serdana herêmên ku hatine rizgarkirin bikin û rastiyê bi çavên xwe bibînin , hemû îdîayên hin dezgehên çapemeniyê ji bo reşkirina hêzên YPG’ê dûrî rastiyê ne.”