ÎHD’a Amedê êrîşên DAIŞ’ê lanet kir û diyar kir ku Tirkiyeya ku tê gotin destekê dide DAIŞ’ê têkildarî îdîayan de tiştekî zelal nake û got: “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê peywira mirovahî û wijdanî ye.”
ÎHD’a Amedê têkildarî êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê de daxuyaniyek nivîskî da.
ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê, bi çar wesayîtan êrîşên bombeyî pêk anîne. Piştî êrîşên bombeyî li gundên Kobanê jî êrîşên li dijî sivîlan berdewam kirine. Li gorî daneyên fermî di bîlançoya hatiye aşkerakirin de ji 100’î zêdetir kes mirine û ji 200’î zêdetir jî birîndar hene.”
RAYEDARÊN DEWLETÊ BERSIV NEDAN ÎDÎAYAN
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Destpêkê em vê êrîşa xayîn û dermirovahiyê şermezar dikin.Em ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê, ji birîndaran jî şifayê dixwazin.
Ev 3 sale li dijî çeteyê DAIŞ’ê ku komkujiyên mezin dike, bi pêşengiya YPG-YPJ’ê têkoşîn tê meşandin. Bi koalîsyona navneteweyî ya hatiye avakirinê re li dijî van çeteyan têkoşîn tê meşandin, lê em ti wateyê nadin desteka ku Tirkiye didê. Ya girîngtir jî ev e ku Tirkiye bersiva van îdîayên ji bo destekê tê gotin, nade. Di komkujiyê de îdîayên ku çete sînorên Tirkiyeyê bikar tînin hene. Gelek delîl van îdîayan piştrast dike. Lê rayedarên dewletê hîna ji bo vê tiştek negotiye.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li dij çeteyên DAIŞ’ê têkoşîn meşandin, peywira mirovahî û wijdaniye.