ROJANE
Hemû Nûçe
-
Şewatên li Dêrsimê wê li cihê wê bên lêkolînkirin
Heyeta Tevgera Ekolojî ya KCD’ê û Mezopotamya, ji bo şewat û texrîbatên xwezayê yên demên dawî li Dêrsimê rû didin lêkolîn bikin hatin bajêr. -
Li Helebê Navenda Hêzên Xweparastinê hat vekirin
Li bajarê Sûriye Helebê, bi pêşengiya Kurdan Navenda Hêzên Xweparastinê hat vekirin. -
Kaynak ê hat înfazkirin hat veşartin
Mazlûm Kaynak (19) ê ji aliyê polîsê Tirk ve hat înfazkirin, li Amedê hat veşartin. -
'Erdogan ji bo darbeyê ketiye nava tevgerê'
Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin ku Serokkomar Tayyîp Erdogan bi gotina "Li Tirkiyeyê di pratîkê de rejîm guheriye" ji bo darbeyê ketiye nava tevgerê û destnîşan kir ku ev gotin dema 12'ê Îlonê tîne bîra mirovan. -
13 kesên din hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî zêde dibin. Di serdegirtinên li Esenyûrt û Nisêbînê de 13 kes hatin binçavkirin. -
Li Qoserê operasyonên binçavkirinê
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li navçeya Mêrdîn Qoserê 3 kes hatin binçavkirin. -
Li dijî avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Erzîromê êrîşa bombeyî
Li hemberî avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Erzîromê duh bi şev êrîşeke bi bombeya deng hat kirin. -
Li Gimgimê polîs û leşker nikarin ji qereqolan derkevin
Li Gimgimê şerê duh destpê kir heta ber destê sibehê dewam kir. Ketin û derketina navçeyê di bin kontrola gerîlayan de ye. -
Tê gotin çeteyên DAIŞ'ê 67 Kurdên li herêma Babê revandine
Hat ragihandin, ku çeteyên DAIŞ'ê beriya du rojan 67 welatiyên Kurd ên ji gundên herêma Babê a li Bakurê Helebê revandine. -
Li Swîsreyê 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin, Erdogan hat protestokirin
Li Swîsreyê gel daket qadan û bi mîtîngekê Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Di çalakiyê de polîtîkaya şer a AKP û Erdogan a li dijî gelê Kurd hat şermezarkirin. -
Anatomiya pêvajoyekê; Kê maseya li Îmraliyê qeliband?-3
Abdullah Ocalan wate da hewldana nûnerê siyasî yê payebilind ê hikûmeta AKP'ê û li bendê bû ku di mehên biharê de pêvajoya muzakereyê destpê bike. -
Pêngava 15'ê Tebaxê li Kopenhagenê hat pîrozkirin
Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi mîtîngekê hat pîrozkirin. -
Li 4 navendên Fransayê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê
15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarên Fransa Creîl, Montpellîer, Marsîlya û Bordeaûxê hat pîrozkirin. -
15'ê Tebaxê li Koln û Bonnê hat pîrozkirin
15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarên Elmanya Koln û Bonnê bi çalakiyên girseyî hat pîrozkirin. -
Serdarê teqawît Koç: Şerê AKP'ê daye destpêkirin ji bo parastina Qesrê ye
Ji Hêzên Deryayî yên Tirk Serdarê Teqawîtbûyî Zekî Koç destnîşan kir, ku AKP a naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bike, li şûna parastina welêt, ji bo parastina Qesrê biryara şer girtiye. -
Komkujiya Zergelê li Kîel û Toûloûse hat şermezarkirin
Komkujiya li gundê Zergelê, li bajarê Elmanya Kîel û li bajarê Fransa Toûloûse hat şermezarkirin. -
Xaniyê malbata gerîlayê HPG’ê Elîk rastî êrîşa çekdarî hat
Xaniyê malbata gerîlayê HPG’ê Elîk ê li Şengalê dema li hember çeteyên DAIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest da hat gulebarankirin. -
Tûgaya Selçûqiyan a Tirkmenan tevlî Cêş-El Siwar bû
Tûgaya Selçûqî ya Tirkmenan a girêdayî Artêşa Azad tevlîbûna xwe ya di nava Cêş-El Siwar de ragihand û got ku wan bi armanca şerê li dijî DAIŞ’ê tevlîbûna xwe ragihandine. -
Dikanên li Liceyê girtî ne
Li Liceyê, ku tevahiya şevê terora polîsên Tirk lê hebû, esnafan dikanên xwe venekirin. -
Birîndar û şahidên komkujiya li Pirsûsê xwe amade dikin gilî bikin
Birîndar û şahidên komkujiya li Pirsûsê xwe amade dikin giliyê rayedarên hikûmet û dewletê bikin. -
JI RAYA GIŞTÎ RE
Demên dawiyê di tevna civakî de li ser navê saziya me hin hesab hatine vekirin û di wan hesaban de parvekirin tên kirin. Di vê mijarê de ji ber gilî û gazinc zêde bûne me pêwîst dît ku em daxuyaniyekê bidin. -
Bîlgen: Dixwazin pêşî li serketinên mezintir ên HDP'ê bigirin
Berdevkê HDP'ê Bîlgen got, "Eger karibin hikûmeteke bêyî HDP'ê ava bikin, wê bi vî rengî hilbijartinê lidar bixin" û destnîşan kir ku hewl tê dayîn pêşî li serketinên mezintir ên HDP'ê yên di hilbijartinê de bigirin. -
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Operasyonên qirkirina siyasî yên di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de destpê kirin, dewam dikin. Li Stenbol, Sêrt, Denîzlî, Mêrdîn û Colemêrgê nêzî 50 kes hatin binçavkirin. -
Anatomiya pêvajoyekê: Kê maseya li Îmraliyê qeliband?-2
15'ê Îlona 2013... Dema Selahattîn Demîrtaş û Pervîn Bûldan diçin girava Îmraliyê ji bo hevdîtinê, Ocalan diyar dike ku ew ê nirxandina salekê ya pêvajoyê bike. -
Ji NASA'yê wêneyê besta avê ya li Marsê
NASA, bi wesîleya salvegera şandina Mars Recoonnaissance Orbiter a li dora Marsê ye, wêneyê besta avê ya demsalî weşand.