Li Helebê Navenda Hêzên Xweparastinê hat vekirin
Li bajarê Sûriye Helebê, bi pêşengiya Kurdan Navenda Hêzên Xweparastinê hat vekirin.
Li bajarê Sûriye Helebê, bi pêşengiya Kurdan Navenda Hêzên Xweparastinê hat vekirin.
Gelên li taxa Şêx Meqsûd a Helebê dijîn, ku bi gef û êrîşa komên çete yên destekê ji AKP'ê digirin re rû bi rû ne, di salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê de Navenda Hêzên Xweparastinê vekirin.
Di merasîma ji bo vekirina navendê de bi sedan Kurd, Ereb û Tirkmenên lit axê, nûnerên TEV-DEM, Yekîtiya Star, YPG û hêzên Asayîşê amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîarnîna şehîdên şoreşê, Hêzên Xweparastinê merasîma leşkerî pêk anîn. Piştre endamê fermandariya YPG’ê ya Helebê Rêzan Rojhat axivî û bal kişand ser dîroka pêngava 15’ê Tebaxê. Rojhat bandora pêngava 15'ê Tebaxê ya li ser çar parçeyên Kurdistanê bibîr xist û da zanîn ku şoreşa Rojava ya îro û serketinên wê berdewama serketina 15’ê Tebaxê ne.
Rojhat di axaftina xwe bal kişand ser planên Tirkiyê yên li dijî gelê kurd û diyar kir ku ku gelê Kurd wê rê nede Tirkiyeyê di nava hemû pêkhateyan tevliheviyê derbixe û wê hemû planên têne kirin pûç bikin. Di dawiya axaftina xwe de destnîşan kirin ku avakirina Hêzên Xweparastinê ji hemû pêkhateyan bersiva herî gunaw ku pêkhateyên Rojava dide planên Tirkiyê û êrîşên têne kirine.
Di merasîmê de her wiha Rêveberê TEV-DEM’ê Mihemed Şêxo axivî û vekirina Navenda Hêzên Xweparastinê li hemû pêkhateyên taxê pîroz kir. Şêxo anî ziman ku vekirina navendê di rojeke dîrokî wekî 15’ê Tebaxê bersiva hemû plan û êrîşên li ser herêmê têne kirin e.
Piştî axaftinan navend ji aliyê dayîkên şehîdan bi tilîlî û dirûşmeyan hat vekirin.
Di dawiya merasîmê de welatiyên ku bê navber diruşme berz dikirin xelekên govendê gerandin û şahî lidarxistin.