TEV-ÇAND Ewropa: Ciwan Hesen bi jana koçberiyê û bi êşa dagirkeriyê koça dawî kir

TEV-ÇAND Ewropa ji malbata hunermendê Kurd Ciwan Hesen ê kundi 21’ê Gulanê de li nexweşxaneya Helebê jiyana xwe ji dest da, sersaxî xwest.

TEV-ÇAND Ewropa têkildarî wefata hunermendê Kurd Ciwan Hesen de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hunermand Ciwan Hesen di êvara 20’ê Gulanê ji ber şewata mala wî bi giranî birîndar bû, di 21’ê Gulanê de li nexweşxaneya Helebê jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Ciwan weke her Efrîniyekî ku dagirkeriya Tirk û çeteyên Îslamîst qebûl nekir, mecbûrî koçberiyê bû. Ciwan li Şehbayê bi gelê xwe yê koçber re ma û hunera xwe dewam kir. Piştre jî derbasî Amûdê bû û li wir bi cih bû.

Ciwan bi çûna ku derê, êşa koçberiyê û jana dagirkeriyê distira. Wî jan û êşa xwe li ser gotin û awazên xwe bicih kiribûn.

Çûyîna wiha zû û bi jan, me ji dil de xemgîn kir.

Hîn riyekê dirêj û tije li pêşiya wî hebû. Lê mixabin zeftkirina ax, mal û bajarê wî ew êşand û rê nedayê ku hêviyên xwe pêk bîne.

Em ji malbat, hezkirî û hemû hevalên Ciwan re sersaxiyê dixwazin.”