Tûgaya Selçûqiyan a Tirkmenan tevlî Cêş-El Siwar bû
Tûgaya Selçûqî ya Tirkmenan a girêdayî Artêşa Azad tevlîbûna xwe ya di nava Cêş-El Siwar de ragihand û got ku wan bi armanca şerê li dijî DAIŞ’ê tevlîbûna xwe ragihandine.

Tûgaya Tirkmenan a bi navê “Selçûqî” ya girêdayî Artêşa Azad îro bi daxuyaniyekê ku li ser malpera fermî ya Artêşa Şoreşageran hate weşandin tevlîbûna xwe ya nava Cêş-El Siwar îlan kirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Fermandarê Tûgaya Selçûqiyan Telal Elî Silo ve hate xwendin ev tişt hate gotin: “Bi navê Xwedayê Mihrîbanê dilovan. Em wekî fermandariya Tûgaya Selçûqî (Tirkmenan) ku hebûna me di herêma Marî û derdora wê ji gundên bakurê Helebê ye, tevlîbûna xwe ya di nava Cêş-El Siwar de radigihînin. Me berê xwe da qadên şerê li dijî DAIŞ’ê ku bûye felaketa dîroka Şoreşa Sûriyeyê. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de têkiliya me li ser Xwedayê dilovan e.
Em bi hêvî ne ku hemû tabûr û Tûgayên Kurd, Ereb û Tirkmen bibin yek û herêmê ji hovîtî û gemara DAIŞ’ê rizgar bikin.”