ROJANE
Hemû Nûçe
-
DYA, daxuyaniya Sînîrlîoglû derewand
DYA, daxuyaniya Muşteşarê Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglû ya “Di mijara herêma bi ewle ya li bakurê Sûriyeyê lihevkirin çêbû” derewand. -
CHP’ê 'hikûmeta reformê' xwest
Desteya Rêveber a Navendî ya CHP’ê bi rojeva koalîsyonê civiya. CHP’ê 5 xalên serenavên pirsgirêkan aşkera kir û hikûmeta reformê xwest. -
HDP’ê der barê Şenturk ê di tevna civakî de nıjadperestî kir gilî kir
HDP’ê der barê Ahmet Atîlla Şenturk ê bi sifetê profesoriyê dixebite gilî kir. Şenturk di tevna civakî de bi gotinên, “Di berdêla her şehîdekî de divê li parlamenterek HDP’ê bixin” ku nîjadperestî kir û hewl dide dijmintiyê bike. -
Sancar: Çima Çîtîl ê qetil kir, îşkence û tecawiz kir hat terfîkirin?
Parlamenterê HDP’ê Sancar, terfîkirina Çîtîl ê qetlîamker anî Meclîsê. Sancar eleqeya terfîkirinê ya bi polîtîkaya şer re pirs kir. -
Rêxistina Efûyê: Hikûmeta Tirk li Zergelê sîvîl qetil kirin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî piştrast kir ku kesên li Zergelê hatine qetilkirin sîvîl in. -
Bîlgen: Ruhê 90'î ketiye nava AKP’ê
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkildarî daxuyaniyên wekîlên AKP'ê yên hilbijar û wekîlên HDP'ê hedef digirin de got, "Hurmet nîşandayîna vîna hilbijêran pêwîstiya demokrasiyê ye." -
Polîsan îşkence li namzetê HDP'ê Yagiz kirin
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Êlihê Hasan Yagiz, di serdegirtina malê de ji aliyê tîmên taybet ve hat binçavkirin. Yagiz li binê çavan rastî îşkenceyê hat û ji ber vê yekê li bedena wî birîn der bûn. -
Li Sûltanbeyliyê 3 kes hatin binçavkirin
Di operasyonên piştî êrîşa bombeyî ya duh a li hemberî navenda polîsan a li Sûltanbeyliyê de, 3 kes hatin binçavkirin. -
HDP'ê ji bo komkujiya Zergelê pêşniyara komîsyona lêkolînê kir
Parlamenterê HDP'ê yên li Zergelê lêkolîn kirin, komkujiya dewleta Tirk a li vî gundî xistin rojeva Meclîsê. Parlamenteran ji AKP a digot, 'Yên hatine qetilkirin ne sivîl in' xwestin, komîsyona lêkolînê bê avakirin. -
Partiya Sosyalîst: Divê çek ji Tirkiyeyê re neyê firotin
Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) destnîşan kir, ku Tirkiye di bi navê şerê li dijî DAIŞ'ê de li hemberî Kurdan şer dike û xwest, çek ji Tirkiyeyê re neyê firotin. -
'Şer ne tenê pirsgirêka Kurdan e, ya hemû gelan e'
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedarên li Wanê, şerê bîst rojên dawî yê li Kurdistanê nirxandin û banga 'tavilê tecrîdê rake û li maseya muzakereyê vegere' li hikûmetê kirin. -
Bayik ji BBC re axivî
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di hevpeyvîneke bi saziya weşanê ya Îngilîz BBC re diyar kir ku Tirkiye hewl dide DAIŞ'ê biparêze. -
7 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
Polîsan li Îzmîrê êrîşî standa piştevaniya bi Kobanê re kirin û 7 kes kirin binçavan. -
Li Hopayê êrîşa faşîst; alozî didome
Li navçeya Hopa ya Artvînê faşîstan duh êvarî êrîşî ciwanekî HDP’yî îro jî êrîşî ciwanekî endamê Halkevî kirin. Piştî êrîşan aloziya rû da didome. -
Baluken: Wezaretê, qebûl kir ku YPG’yî teslîmî çeteyan kirine
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken diyar kir ku musteşarên Wezareta Karên Hundir qebûl kir ku 6 YPG'î teslîmî El Nusra kirine. -
Êrîşa li Sûltanbeylî HSB’ê girt ser xwe
Rêxistina bi navê HSB'ê êrîşa bombeyî ya li hemberî Navenda Polîsan a Fatihê ya Sultanbeyliyê girt ser xwe. -
HDP’ê înfazên li Silopiyayê anî Meclîsê
Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê, ji bo komkujiya li Silopiyê bê ronîkirin û berpirsyar derkevin holê pêşnûme pirs û pêşnûme lêkolîn pêşkêşî Meclîsê kirin. -
Ji Hîndîstanê banga 'şer bisekinîne' li AKP'ê hat kirin
Li Hîndîstanê di çalakiyekê de banga 'şer bisekinîne' li AKP'ê hat kirin. Gelek amadekîsyen, siyasetmedar, nûnerên civakî yên sivîl û rêxistinên Kurdistanî mora xwe danîn binê metna bangawaziyê. -
Li Brîngtohê li dijî êrîşên AKP'ê bang li YE, NY û DYA hat kirin
Li bajarê Îngilîstan Brîghtonê, êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin. -
HDP'ê giliyê îşkenceya li Geverê kir
HDP'ê îşkenceya li karkerên Kurd ên li Geverê hat kirin, bir ber destê dadgeriyê. Di gilînameyê de bal hat kişandin ser serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de û hat destnîşankirin ku dewlet dixwaze tolê ji gelê Kurd hilîne. -
Li Parîsê çalakiyên li dijî tecrîdê
Li Parîsê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê hefteyekê çalakî werin lidarxistin. -
Li Uskudarê nîşan li ser malên Elewiyan hatin danîn!
Li Uskudarê, bi rengê sor nîşan li malên Elewiyan hat danîn. -
Li hemberî polîsên li ber Konsolosxaneya DYA êrîşa çekdarî
Li hemberî polîsên li ber Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Stenbolê êrîşeke çekdarî pêk hat. -
Polîsê li Sûltanbeyliyê birîndar bû mir
Midûrê Şaxê Lêkolîn û Tinekirina Bombeyê ya Midûriyeta Emniyete ya Stenbolê Beyazit Çeken ê di şerê li Sûltanbeylî de bi giranî birîndar bû, mir. -
Êrîşên dewleta Tirk li Lawkê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li nahiya girêdayî bajarê Saratov navçeya Yarşov Lawkê bi bi daxuyaniyekê êrîş û terora dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd şermezar kirin.