Komkujiya Zergelê li Kîel û Toûloûse hat şermezarkirin
Komkujiya li gundê Zergelê, li bajarê Elmanya Kîel û li bajarê Fransa Toûloûse hat şermezarkirin.
Komkujiya li gundê Zergelê, li bajarê Elmanya Kîel û li bajarê Fransa Toûloûse hat şermezarkirin.
Komkujiya li gundê Zergelê, li bajarê Elmanya Kîel û li bajarê Fransa Toûloûse hat şermezarkirin.
KÎEL
Li Asmûs Bremerplatz a li navenda bajarê Kîelê, xwendekarên Kurd ên li zanîngehên cuda dixwînin civiyan û bi lîstikên xwe re bala Elmanan kişandin. Ciwanan bi kefenê spî û bi xwîn lîstikeke şano pêşkêş kirin û bal kişandin ser komkujiya li Zergelê ya ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hat kirin. Her wiha agahî dan mirovên li derdorê û destnîşan kirin ku berpirsyarê sereke yê komkujiyan Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan e. Ciwanan bang li hikûmeta Elmanya kirin ku li hemberî desthilatdariya Erdogan ji ber polîtîka şer helwestê nîşan bide.
Di daxuyaniya li vê derê de hat gotin, "Nedîtina qetilkirina sivîlan, zarokan, zarokên hînê ji dayik nebûne, bêexlaqî ye" û dan zanîn ku dijderketina li konsepta şer a Tirk, wezîfeyeke însanî ye.
TOÛLOÛSE
Li bajarê Fransa Toûloûse jî, polîtîkayên şer ên dewleta Tirk bi awayekî girseyî hatin protestokirin.
Girseya gel a li Meydana Capîtol saet di 12:00 de stand vekir, weke temsîla mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, darbest li qadê bi cih kirin. Di çalakiya ku bi zimanê Fransî daxuyanî lê hat dayîn de, agahî li ser komkujiya li Zergelê hat dayîn û bal hat kişandin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Danê êvarê jî mîtîngek hat lidarxistin. Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Toûloûse saet di 19:00 de mîtîng pêk hat û Partiya Antîkapîtalîst a Nû, Partiya Komunîst a Fransayê û Partiya Çep destek dan çalakiyê. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Zergelê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniya KCK'ê ya li ser 15'ê Tebaxê hat xwendin.
Ji Partiya Antîkapîtalîst a Nû Lona Koûrantî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê rewabûna xwe winda kiriye û bi vê komkujiyê re sûc li dijî mirovahiyê kiriye. Koûrantî bal kişand ser polîtîkayên şer ên AKP'ê û da zanîn ku AKP bi tevlîbûna li nava koalîsyona li dijî DAIŞ'ê re, di bin navê li dijî DAIŞ'ê de êrîşî Kurdan dike, NATO'yê tevlî van polîtîkayên xwe yên qetlîamker dike û dixwaze Kurdan bike hedefa NATO'yê. Koûrantî destnîşan kir ku divê nûnerê Kurdan PKK êdî ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin.
Ji Partiya Çep Jean-Chrîstophe Schellîn jî diyar kir ku ji bo nebe hevparê bomberdûmana dewleta Tirk a li hemberî Kurdan, divê Fransa ji NATO'yê derkeve. Schellîn her wiha ji Fransayê xwest ku komkujiya li Zergelê û dewleta Tirk şermezar bike û bibîr xist, ku AKP a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi tena serê xwe nebû hikûmet, hilbijartineke nû xistiye rojevê.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Toûloûse Alî Ataç jî di axaftina xwe de ragihand ku 15'ê Tebaxê di dîroka Kurdan de rûpelekî nû vekiriye û polîtÎkayên înkarê yên dewleta Tirk hilweşandiye. Ataç got, "15'ê Tebaxê roja hebûnê ye. Roja têkoşîna azadiyê û mirovahiyê ya Rojhilata Navîn e. Ev roj îro li Rojava îspat bûye. Li dijî tecrîda şidandî ya dewleta Tirk li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne, divê gelê Kurd her tim çalakiyan lidar bixe." Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk û DAIŞ'ê bi dawî bû.