BI DÎMEN

Konferansa li Atînayê bi dawî bû

Di rûniştina sêyemîn a konferansa "Pirsgirêka Kurd û geşedanên li Rojhilata Navîn" de ya ku li paytexta Yewnanistan Atînayê hate lidarxistin, hêzên herêmî û pirsgirêka Kurd hatin nîqaşkirin.

Rûniştina ku ji hêla Sotiris Roussos ve hate birêvebirin, ji Zanîngeha George Washington Prof. Dr. Amy Austin Holmes beşdar bû. Holmes hilweşîna rejîma Esed li Sûriyeyê wekî pêşketinek erênî nirxand.

Holmes diyar kir ku QSD'ê komkujiyên li herêmê rawestand û anî ziman ku li Rêveberiya Xweser mafên jinan di bin bandora Jineolojiyê de pêşketinên mezin bi dest xistiye û diyar kir ku Kurdan tevî gelek astengiyan jî dev ji rêxistinkirina mafên jinan bernedane.

DIVÊ KURD LI GORÎ REWŞA NÛ STRATEJIYA XWE BI PÊŞ BIXIN

Akademîsyenê Zanîngeha Leipzigê Kamal Chomanî jî diyar kir ku têkoşîna Kurdan a li Rojhilat bi doza Jîna Emînî re ketiye serdemeke nû. Chomanî diyar kir ku pîrozbahiyên Cejna Newrozê nîşaneya vê pêşketinê ne û got ku reformên Îranê yên ji bo  Kurdan li ser mafên Kurdan an wekheviya zayendî ye lê bi tevahî li ser berjewendiyên jeopolîtîk teşe girtiye. Chomanî anî ziman ku divê rêxistinên Kurd ji bo vê rewşa nû stratejiyên guncaw pêş bixin.

Hşndekarê Zanîngeha Lefkoşayê Stavros Drakoularakos li ser girîngiya biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê rawestiya û diyar kir ku çekdanîn bi helwesta hikûmeta Erdogan ve girêdayî ye.

Profesor Konstantinos Filis jî diyar kir ku pirsgirêka Kurd ji beriya sala 1980’an vir ve li herêmê pirsgirêkek girîng e û ji ber neçareserkirina vê pirsgirêkê bandor li têkiliyên navneteweyî yên Tirkiyeyê kiriye. Filis destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di çareseriya pisgirêka Kurd de kesayetekî girîng e.

RAMAN Û PÊŞNIYARÊN NÛ DERKETIN HOLÊ

Axaftina girtinê ya konferansê ji aliyê Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş ve hat kirin. Sema Begdaş diyar kir ku di konferansê de pêşniyar û ramanên nû derketine holê û got, "Îro, em bi kesên ku piştgiriya aştî û azadiya gelê Kurd dikin re bûn. Ji ber beşdarî konferansek wisa de bûm, pir kêfxweş im." Sema Begdaş spasiya gelê Yewnanî yê ku li kêleka gelê Kurd in, kir.

JI BO BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BANGA XEBATÊN HEVPAR KIR

Sema Begdaş anî ziman ku pirsgirêkên jinan pirsgirêkên her kesî ne û got ku divê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên piştgirîkirin. Sema Begdaş destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser hemû gelan digire nav xwe û ji bo misogerkirina vê projeyê pêwîstî bi tevkariyê heye. Sema Begdaş diyar kir ku projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn çareseriyek e û destnîşan kir ku ev proje ji bo gelê Filistînê jî derbasdar e.

Sema Begdaş behsa daxwaza Erdogan a ji bo danîna çekan ji QSD’ê kir û destnîşan kir ku Sûriye hîn jî di bin gefa gelek çete û cîhadîstan de ye, ji ber vê yekê danîna çekan ne mimkûn e. Sema Begdaş spasiya hemû beşdaran kir û banga berdewamiya xebata hevpar a ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kir.