13 kesên din hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî zêde dibin. Di serdegirtinên li Esenyûrt û Nisêbînê de 13 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Stenbol Esenyûrtê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di operasyonan de 5 ciwan hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku ciwanên hatine binçavkirin Huseyîn Karadag, Hakan Keskînturk, Cîhat Aslan, Nezîr Çîftler û Vedat Varkan in.

Li taxa Girê Mîra yê navçeya Mêrdîn Nisêbînê jî di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin. Polîsên Tirk di serdegirtinan de welatiyên bi navê Ramazan Ay, Kûdbettîn Ok, Hakan Şîmşek, Tayfûr Saday, Mûzaffer Acar, Îsmaîl Denîz, Siraç Dînç û Şengul Ogûr kirin binçavan.