Li Swîsreyê 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin, Erdogan hat protestokirin

Li Swîsreyê gel daket qadan û bi mîtîngekê Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Di çalakiyê de polîtîkaya şer a AKP û Erdogan a li dijî gelê Kurd hat şermezarkirin.

Li Swîsreyê gel daket qadan û bi mîtîngekê Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Di çalakiyê de polîtîkaya şer a AKP û Erdogan a li dijî gelê Kurd hat şermezarkirin.

Gelê Kurd, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD), ji bo 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê di salvegera 31. de pîroz bike û polîtîkaya şer a Erdogan şermezar bike, li Helvetîaplatzê ya Zurîchê civiya.

Tevî komên MLKP, PYD, Yekîtiya Êzidiyan li Swîsreyê, Yekîtiya Suryaniyan li Swîsreyê, ÎTÎF, Anarşîstên Swîsreyî û Antîfaşîst, hejmara zêde Kurditanî û dostên wan beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de bê navber dirûşmên "Şehîd Namirin", "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Girseya gel bi pankartên xwe Pêngava 15'ê Tebaxê silav kir û alên KCK, PKK, YPG û posterên Ocalan hilgirt. Çalakgeran her wiha li dijî Erdogan dirûşme qîriyan.

KOMUR: POLÎTÎKAYÊN TINEKIRINÊ WÊ BI RUHEKÎ BERXWEDÊR BÊ ŞIKANDIN

Li ser navê DEM-KURD'ê Fûat Komur destpêkê mafê axaftinê kir û Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir. Komur diyar kir ku Erdogan ji bo desthilatdariya xwe li dijî gelê Kurd dest bi şer kiriye.

Komur anî ziman ku ruhê berxwedanê yê di şexsê Ocalan û PKK'ê de destpê kir roj bi roj ji aliyê gel ve hat pejirandin û gihaşt van rojan. Komur destnîşan kir ku di rewşa heyî de gelê Kurd bi hêza xweparastinê, dikare xwe biparêze.

Komur got, "Êrîşên hewayî yên li hemberî PKK'ê û operasyonên qikrirna siyasî yên li hemberî gelê Kurd wê bi ruhê berxwedêr ê 15'ê Tebaxê re bên pûçkirin."

TAYFÛN: DIVÊ HER KES DESTEKÊ BIDE TÊKOŞÎNA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ

Dûre li ser navê MLKP'ê Tayfûn Tayfûn peyivî û Pêngava 15'ê Tebaxê weke Cejna Vejînê ya gelên bindest pênase kir. Tayfûn da xuyakirin ku bi hêza ji 15'ê Tebaxê wergirtî re gelên bindest ên li Rojhilata Navîn gelekî bi pêş ve çûne û destnîşan kir ku destketiyên îro li Rojava hatine qezençkirin, daneheviya berxwedana 35 salan e. Tayfûn berxwedana enternasyonal a li Rojava bibîr xist û anî ziman ku ti hêz wê nikaribe li pêşiya berxwedana azadiyê ya gelan bibe asteng. Tayfûn bal kişand ser polîtîkayên şer ên Erdogan di dema dawî de dimeşîne û banga destekkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê kir.

Di axaftina li ser navê Ciwanên Azad de jî polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin şermezarkirin û bang li hemû ciwanan hat kirin ku bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê destekê bidin berxwedanê.

Mîtîng li dû axaftinan bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...