'Erdogan ji bo darbeyê ketiye nava tevgerê'

Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin ku Serokkomar Tayyîp Erdogan bi gotina "Li Tirkiyeyê di pratîkê de rejîm guheriye" ji bo darbeyê ketiye nava tevgerê û destnîşan kir ku ev gotin dema 12'ê Îlonê tîne bîra mirovan.

Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ertûgrûl Kurkçu û Sehabat Tûncel, li Salona Civînê ya Cezayîr a li Beyoglûyê, beriya civîna Meclîsa Giştî ya HDK'ê de bersiv dan pirsên rojnamevanan.

Kurkçu di destpêkê de axivî û diyar kir ku Serokkomar Tayyîp Erdogan û AKP'ê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê mekanîka darbeyê xistine dewrê. Kurkçu got, "Hikûmeteke ji aliyê siyasî ve ti rewabûna xwe nîne û hêza xwe ji gel nagire û Serokkomarekî ti mafê destûra bingehînî nas nake, ji bo darbeyê ketine nava tevgerê. Erdogan li nava çavê gelan dinêre û dibêje 'Di 10'ê Tebaxê de rejîma vî welatî guheriye'. Ev gotin dema 12'ê Îlonê û gotintên Kenan Evren tînin bîra mirovan. Di wê demê de jî heman axaftin hat kirin."

Kurkçu bal kişand ser şerê li Kurdistanê yê piştî konsepta şer rû da û got, "Sedema yekane ya vî şerî guhertina rejîmê ye. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de piştî ku Erdogan nebû serok, ev şer hat destpêkirin." Kurkçu da xuyakirin ku armanca HDP û HDK'ê xerakirina vî şerê dîktatoriya dixwaze bê avakirin û dawîanîna li vê rewşa şer e.

Kurkçu her wiha nerazîbûn nîşanî operasyonên binçavkirin û girtina endam û rêveberên HDP û HDK'ê da û anî ziman ku ev operasyon wê bi demê re berê xwe bide her kesî. Kurkçu li dijî operasyonên binçavkirin û girtinan banga têkoşîna hevpar kir.

Hevberdevk Tûncel jî da xuyakirin ku AKP dixwaze operasyonên xwe yên qirkirina siyasî parçe bi parçe bimeşîne û bi vî rengî refleksa civakê qels bike. Tûncel got, "Ya ku niha AKP dike pêşîgirtina li siyaseta demokratîk e. Yên pêşî li siyaseta demokratîk digirin, gelo dikarin behsa aştiyê bikin? Îro salên 90'î tê jiyîn. Bêdengiya li hemberî van pêkanînan, erêkirina wan e. Eger difikirin ku bi van operasyonan re dikarin Kurdan bitirsînin, xwe dixapînin. Em neviyên Şêx Seîd, Seyît Riza ne. Di operasyonên KCK'ê de we bi hezaran hevalên me girtin, çi bû? We bi xwe dîtin, ku tiştekî bê guhertin nîne. Dema we pêşî li siyaseta demokratîk girtin, hingî wê şîdet bikeve dewrê, wê rêbazên cuda bikevin dewrê."

Tûncel diyar kir ku ne serokatiya Erdogan, xwerêvebriya gel a herÎ rast e û got, "Xweseriya demokratîk niha bêhtir rasteqîn e. Ne serokatiya Erdogan, xwerêveberiya gelan bêhtir rasteqîn e. Feraseta netewe dewlet êdî xitimî ye."

Tûncel di axaftina xwe de bang kir ku muzakereyên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cihê maye dewam bike û got, "Yên dixwazin bi şer re desthilatdariya xwe biparêzin, divê bizanibin ku şer wê dawî li desthilatdariya wan bîne."

Piştî civîna çapemeniyê hevberdevk tevlî Civîna Meclîsa Giştî ya HDK'ê bûn.