Bîlgen: Dixwazin pêşî li serketinên mezintir ên HDP'ê bigirin

Berdevkê HDP'ê Bîlgen got, "Eger karibin hikûmeteke bêyî HDP'ê ava bikin, wê bi vî rengî hilbijartinê lidar bixin" û destnîşan kir ku hewl tê dayîn pêşî li serketinên mezintir ên HDP'ê yên di hilbijartinê de bigirin.

Berdevkê HDP'ê Bîlgen got, "Eger karibin hikûmeteke bêyî HDP'ê ava bikin, wê bi vî rengî hilbijartinê lidar bixin" û destnîşan kir ku hewl tê dayîn pêşî li serketinên mezintir ên HDP'ê yên di hilbijartinê de bigirin.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkildarî rewşa dawî ya rojevê û nîqaşên hilbijartinê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê lidar xistin.

Bîlgen gotinên rojnameyên nêzî hikûmetê der barê Serokomar Erdogan ên "Li gorî exlaqê min ê siyasî ez ê partiya herî zêde deng girtin peywirdar bikim. Eger ew ava neke dîsa li gorî exlaqê min ê siyasî peywirê bidim partiya duyemîn a herî zêde deng girtin" bibîr xistin û pêkenoka daxwaza padîşahekî ya "Ji ker re xwendin û nivîsandin hinkirinê" vegot. Ayhan diyar kir li hemberî vê daxwaz padîşah kesek derket û kesên din ji ber vê yekê pêk nayene li hemberî derketin û kesê daxwaza padîşah qebûl kir got, "Ez jî dizanim ez ker hînî xwendin û nivîsandinê nakim. Lê dibe ku di nava vê salê de padîşah bimire, ker bimire û ez bimirim." Aynan gotinên Erdogan jî şibandin vê yekê.

Bîlgen da zanîn ku di nava 35 rojan de Serokwezîr xebatên keşîfê kirin û "ji lêgerînên hilbijartinê yên piştgiriya şer re dem qezenc kir" û ev pêvajo weke "darbeya sivîl û darbeya qesrê" bi nav kir. Bîlgen banga "Vegera rêgezên demokratîk û siyasetê" kir. Bîlgen bilêv kir ku Erdogan di civîna bi keyayan re kir ji keyayan xwest ku "ajaniyê bikin" û wiha got: "Ev gotin dema pir partîbûn ket jiyanê ji bo eniya welat bê avakirin û nav di radyonan de dihatin xwendin e. Dî dijmin e kî xayîn e peywira keyayan nîn e."

Bîlgen gotinên Serokomar Erdogan ên "Bêyî fedî bikin aştiyê dixwazin" bibîr xist û got: "Aştî xwestin tiştekî mirov jê fedî bike nîn e. Tişta fedî jê bikin li gel ewqas mirinan Meclîs şandî betlaneyê û avakirina komîsyonekê asteng kirin e." 

'DIBÊJE QEY XWEDÊ LI PIŞT WÎ YE'

Bîlgen got ku Serokomar difikire ku "Xwedê li pişt wî ye" û wiha axivî: "Serokatiyê ji xwe re weke lutfuekî Xwedê dibîne û xwe weke Zillullah-i fi'l-âlem dibîne. Yanî xwe weke nûnerê Xwedê yê li ser rûyê dinê dibîne. Xwe weke nayê rexnekirin û li hemberî nayê derketin dibîne."

Bîlgen bal kişand li ser nîqaşên hilbijartinên pêşwext jî û wiha got: "Li gorî min bila Erdogan ji niha ve pusulayan çap bike ji ber ku li dora wî kesekî ku pê bawer bike nemaye, parazvanên wî ajan derketin, yên li cem wî xayîn derketin. Ji ber vê yekê jî bila ji niha ve pusulayan çap bike, bila mor jî lê bide û eger bi serketina xwe bawar dike wê demê wê ji bo hilbijartinê pêwîstî nemîne."

'DIXWAZIN HDP'Ê LI DERVE BIHÊLIN Û BIÇIN HILBIJARTINÊ'

Bîlgen ê nirxandina "Çawa ku payeya serokwezîr tineye hikûmetê ava bike, iyadekirina peywir jî tineye, em vê yekê baş dibînin. Ji ber exlaqê siyasî divê bibêje min nekarî ev karî bikim peywirê iyade bike lê wekî zarokê ku pêlîstoka xwe winda bike û careke din nikaribe bibîne ye" kir, têkîldarî bûyerên ku dibe ku di rojên pêş de biqewime jî ev agahî da: "Di 21'ê mehê de eger bang li meclîsê bikin bi awayekî awarte meclîs bicive, li aliyekî ku piştgiriya MHP'ê bigire bikaribin hikûmetekî ku bêyî HDP ava bikin wê welat bibin hilbijartinê. Eger koalîsyonê ava bikin eger 18 parlamenterên MHP'ê Wê rojê nexweş bikevin û neyên meclîsê wê hingî hikûmeteke bê HDP bixin dewreyê. Derdê me yê plaqayê tineye. Di 7'ê Hezîranê de ji bo ku dengên me winda nebe em çawa hesas tevgeriyan ji bo temsîlkirina îradeya gel çi ji destên me bê em ê bikin."

Bîlgen got ku rojên pêş ji bo ku HDP li derve bê hiştin dîsa hilbijêrên HDP'ê jî bi muameleya cuda re rû bi rû bimîne derbas bibe û ev tişt got: "4 navên HDP'î wezîrtiyê bikin an nekin bi vê yekê re mijûl dibin, planeke wisa çêdikin. Eger welat hatiye vê nuqteyê divê em rûnên û bifikirin. Hefteya pêş me em ê lêgerîna îxtidarê ya zewaca 'hule' bibînin. Ji bo Serokomar Erdogan ji hikûmetê de şirîkekî digerin. Wê bibînin yan na em ê bişopînin û bibînin."

Bîlgen anî ziman ku tiştên tên jiyîn tê armanckirin ku pêşiya deng girtina zêde ya HDP'ê bigirin û bal kişand ser înfazên ku herî dawî pêk tên û wiha dom kir: "Muhammed ê 15 salî xwendekarê lîseyê ya îmam hatîbê bû. Her wiha Waliyê Agiriyê jî pêwirek taybet bi kar tîne." Her wiha Bîlgen nerazîbûn nîşanî cihêkariya ku li hemberî leşkerê elewî pêk hat da û got ji ber ku merasîma cenaze li Mala Cemê pêk hatiye rayedarên dewletê neçûne. 

WÊ HER TIŞTÊN ERDOGAN BIBIN MIJARA NÎQAŞÊ

Piştî daxuyaniyê Bîlgen pirsên ku hatin pirsîn bersivand û li ser gotinên Erdogan ku gotibû "Rejîm hatiye guhertin" jî wiha got: "Ez hêvî dikim ku guhertina rejimê tê çi wateyê Serokomar di vê ferqê de ye. Mexseda wî guhertina rêveberiyê be wê demê wê nîqaşên cûda bên destpêkirin. Serokomarê ku xwe tenê bi van makeqanûnan re sînor nehêle dê her tiştên wî bê nîqaşkirin.

Li ser pirsa di hilbijartinek pêşwexte wê Demîrtaş bibe namzed de jî Bîlgen got wê piştî 23'ê Tebaxê dest bi nîqaşan bikin.

Bîlgen der barê pêşniyarên hikûmetê yên hilbijartinê de jî got tişta ku ji bo ewlehiya hilbijartinê dibêjin dengên me ji bo xwe girtine û bi polîtîkayên gefê li gundên ku HDP jê deng girtiye xizmetê nakin.

Li ser pirsa ku li ser Bloka Aştiyê tifaqa hilbijartinê pêk bê jî da zanîn ku wê ev hilbijartin bibe hilbijartina di navbera kesên ji aliyê domokrasiyê û şer û got ew nîqaşên li ser di navbera du partiyan de wekî nîqaşên tifaqê nagirin dest.