15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarên Elmanya Koln û Bonnê bi çalakiyên girseyî hat pîrozkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 16 gelawêjê 2015, 07:08
15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarên Elmanya Koln û Bonnê bi çalakiyên girseyî hat pîrozkirin.
Mîna li gelek deverên cîhanê 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarê Elmanya Kolnê jî hat pîrozkirin. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Koln û derdora wê dijîn, meşa azadiyê ya bi pêngava 15'ê Tebaxa sala 1984'an de destpê kir re, silav kirin. Çalakî li ber Dêra Domê ya Dîrokî pêk hat û Elmanan û tûrîstan eleqeyeke mezin nîşan dan.
Kurdistaniyan der barê komkujiyên li hemberî Kurdan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de belavokên agahdarkirinê belav kirin û bang li tûrîstan kirin ku Tirkiyeyê ji qetilkirina sivîl û zarokan, boykot bikin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê ve hat organîzekirin û rêxistinên MLKP, AGÎF, PJAK, Alinterî, ADHK û Meclîsa Jinan a Viyan ve hat destekkirin.
Kurdistaniyan di mîtîngê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin, dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" û "Şehîd Namirin" qîriyan û bi gerandina govendê cejna vejînê silav kirin.
Di axaftinên li çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û banga "tecrîdê tavilê rakin, li Mutabaqata Dolmabahçeyê vegerin" hat kirin. Çalakî heta danê êvarê dewam kir.
BONN
Li bajarê Elmanya Bonnê jî bi meş û mîtîngekê 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin.
Kurdistanî, Elman û mirovên ji gelên cuda yên li Frankenbadê saet di 17:00 de li hev kom bûn, 15'ê Tebaxê pîroz kirin.
Di çalakiya ji aliyê Mala Çandê ya Kurd-Elman a Bonnê ve hat organîzekirin de, komkujiyên li Kurdistanê, polîtîkayên şer ên AKP'ê û tecrîda li ser Ocalan hatin şermezarkirin.
Meşa ji Frankenbadê destpê kir li Munster Platzê bi dawî bû û li vir mîtîngek hat lidarxistin. Hevseroka Mala Çandê ya Kurd-Elman Ayda Ekmezkiliç di axaftina xwe ya li vir de got, "Ev sih salên dawî de bi pêşengiya PKK'ê berxwedana gelê Kurd heye. Me gelek berdêl dan, gelek ciwanên me berdêl dan, eger îro Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ketibe rojeva cîhanê, têkoşîn ewçend bi pêş ve çûbe, bi saya vê ye. Têkoşîn, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelên li Rojhilata Navîn bûye hêviya rizgariyê.
Ne tenê têkoşîna azadiya Kurdistanê ye, di heman demê de gelek şoreşan di nava xwe de vedihewîne. Mîna şoreşa jinê. Cihgirtina jinan di nava şoreşê de hem xwe azad ike, hem jî şoreşa giştî pêk tîne. Em li ber xwe didin û heta azadiya xwe bi dest bixin, em ê li ber xwe bidin."
Nûnerê Aktîvîstên Ciwan ên Elman jî di axaftina xwe de bal kişand ser para Elmanya û Ewropa ya di şerê li Kurdistanê de. Di axaftinan de her wiha hat ragihandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya konsepta şer de ketiye meriyetê.