Ji damezrînerên PKK’ê Kaytan û Altûn li Bordeauxê hatin bibîranîn
Ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Bordeauxê hatin bibîranîn.
Ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Bordeauxê hatin bibîranîn.
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de şehadeta wan hate eşkerekirin, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Di bîranînê de sînevîzyona li ser têkoşîna her du şehîdan hate pêşandan.
Siyasetmedar Alî Haydar ku di bîranînê de axivî, diyar kir ku Alî Haydar Kaytan tevahiya jiyana xwe bi sosyalîzm û felsefeya exlaq daye şêwandin û Riza Altûn xwedî helwesta herî sade û samîmî ya têkoşînê ye.
Di axaftina li ser navê Partiya Komunîst a Marksîst Lenînîst (MLKP) de jî hate diyarkirin ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şehîdên hemû şoreşgerên cîhanê ne.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” ve “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.