Li bajarê Lorient ê Fransayê ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, her wiha ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ê di 3’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da û dostê Kurd aktivîstê Fransî Ronan Le Louarn ê ku di 15’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lorientê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser navên tên bibîranîn hate pêşandan.
Axivîrên çalakiyê îşaret bi têkoşîna şoreşgerî ya 52 salan ya Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn kirin ku bi Rêber Apo re meşandin û wiha gotin: “Ew neferên vê têkoşînê bûn. Xwedîderketina li mîrateya wan û vê têkoşînê bi serkeftinê tacîdar kirin rêya yekane ya xwedîderketina li bîranîna wan e.”
Di axaftinan de îşaret bi rola Sirri Sreyya Onder ya di têkoşîna aştî û demokrasiyê de hate kirin û di heman demê de hate diyarkirin ku sembola hevpar a bindest û berxwedêran e.
Di axaftinên li ser aktivîstê Fransî Ronan Le Louarnê de jî hate diyarkirin ku ew ne tenê dostek yê Kurdan e di heman demê de emrê xwe fedayî xwişk-biratiya gelan û têkoşîna edalet û azadiyê kiriye.
Di çalakiyê de peyamên ku ji aliyê Komaleya Dostanî ya Kurd-Bretagne û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) ve hatin şandin, hatin xwendin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.