Li Gimgimê polîs û leşker nikarin ji qereqolan derkevin

Li Gimgimê şerê duh destpê kir heta ber destê sibehê dewam kir. Ketin û derketina navçeyê di bin kontrola gerîlayan de ye.

Li navçeya Mûş Gimgimê, piştî êrîşên duh êvarê yên li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê, tevî ketin û derketina ji navçeyê, her wiha kolanên navçeyê jî ket bin kontrola gerîlayên HPG'ê.

Polîs û leşker nikarin ji qereqolan derkevin. Navenda sûkê û rêyên bingehîn ên navçeyê ku xendek lê hatine kolandin, di bin kontrola komên çekdar de ne.

Her wiha li pêşiya Mûş, Erzîrom Kanîreşê jî xendek hatin kolandin û ev herêm jî hatine kontrolkirin.

Di vê navberê de Walîtiya Mûşê da xuyakirin ku ji saet 08:30 û pê ve li Gimgimê derketina derve qedexe ye.