Ji NASA'yê wêneyê besta avê ya li Marsê
NASA, bi wesîleya salvegera şandina Mars Recoonnaissance Orbiter a li dora Marsê ye, wêneyê besta avê ya demsalî weşand.

Besta avê ya di wêneyê roja 12'ê Tebaxê hat weşandin de tê dîtin, hat ragihandin ku li derdora kanyona Valles Marineris .
Wêne ji aliyê kamera kalîteya bilind a Mars Reconnaissance Orbiter a bi navê HÎRÎSE ve hat kişandin.
Di wêne de qateke ji 536 metreyî ya ji xetên cuda tê dîtin.
Hin lêkolîner dibêjin ku ev xet ji ber ava li binê erdê çêbûne. Hin jî di wê baweriyê de ne ku ji ber tevgera erdê ji xîzê, ev xet derketine holê.
Zanyarên gerstêrkê, li ser Marsê rastî şopên okyanûsê jî hatin. Ava li gerstêrka Marsê bi awayê cemedê ye û bi giranî li cemserên gerstêrkê ye. Tê gotin ku li binê erdê bêhtir çavkaniyên avê hene.
Pispor di wê baweriyê de ne ku li qadên li derdora ekvatorê, li kanyonên Valles Marinerisê dibe ku rêjeyeke hêja ya avê were dîtin.
Lêkolîner bawer dikin, ku di mîsyonên însanî yên li Gerstêrka Sor de, ev çavkanî dibe ku gelekî kêrhatî bin.
Tevî vê yekê, ji aliyê rewşa kîmyewî ya van çavkaniyên avê de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Mars Reconnaissance Orbiter yan jî bi kurtasî MRO, di sala 2005'an de hat şandin û di sala 2006'an de gihaşt Marsê. Di sala 2008'an de wê dawî li wezîfeya xwe bianiya, lê belê NASA'yê biryar da dema vê wezîfeyê dirêj bike.