Kaynak ê hat înfazkirin hat veşartin

Mazlûm Kaynak (19) ê ji aliyê polîsê Tirk ve hat înfazkirin, li Amedê hat veşartin.

Mazlûm Kaynak ê ku bi îdîaya 'dizîtiyê' beriya du rojan li Stenbolê hat binçavkirin û ew sewqî Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Sakarya Karasûyê hat kirin, di dema veguhastina edliyeyê de ji aliyê polîs ve hat qetikirin. Cenazeyê Kaynak li Goristana Yenîkoy a Amedê hat veşartin.

Piştî otopsiya li Stenbolê cenazeyê Kaynak duh êvarê anîn Amedê. Polîsan bi hinceta ku li hemberî banga "raweste" Kaynak reviya ye, ew gulebaran kirine. Lê piştre derket holê ku her du gule jî ji pêş ve li sînga Kaynak ketine. Guleyek li lingê wî yek jî li sînga wî ketiye. Di heman demê de di sînga Kaynak de şopên şewatê xuya dike. 

Cenazeyê Kaynak îro li goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hat defin kirin. Xwişka Kaynak li merasîma cenazeyê bi gotinên "Dewleta hov birayê min kuşt" nerazîbûn nîşanî înfazê da. 

Parlementerên HDP'ê yên Amedê Ziya Pîr, Nîmetûllah Erdogmûş, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen, Hevserokê DBP'ê Alî Şîmşek, endamên HDP û DBP'ê yên Amedê û xizmên Kaynak tevlî merasîma cenaze bûn. Di merasîmê de Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr sersaxî li malbatê kir û da zanîn ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Rîze û bajarên Tirkiyeyê dibêje "Bila êdî dayîk negirîn, Kurd birayên min in" û wiha axivî: "Eger Erdogan samîmiye bila were li Amedê behsa aştî û biratiyê bike."

Pîr destnîşan kir ku înfaz kirina Kaynak berhema konsepta şer a ji aliyê AKP'ê ve hatiye destpêkirin û pakêta ewlehiyê ye û wiha got: "Ji ber ku Kaynak şexsiyetek Kurd e, dewlet erkê hesab dayînê li ser xwe nabîne. Bi hincetên pûç ên 'di berika wî de kêr yan jî çek heye' ser vê bûyerê digirin."