Tê gotin çeteyên DAIŞ'ê 67 Kurdên li herêma Babê revandine
Hat ragihandin, ku çeteyên DAIŞ'ê beriya du rojan 67 welatiyên Kurd ên ji gundên herêma Babê a li Bakurê Helebê revandine.

Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, 2 roj berê çeteyan 50 welatiyên kurd ji gundê Şedûd revandin û birin cihekî ne diyar. Her wiha çeteyan 12 kurdên din ji gundê El-Şêx Herac ê 21 kîlometre li rojavayê bajarê Babê ye, revandine.
Li gorî heman çavkaniyan navê kesên ji aliyê çeteyan ve ji gundê El-Şêx Cerah hatine revandin wiha ne: "Mihemed Hemo, Hecî Hemo, Feyad Hemo, Ebdo Feyad, Mustefa Keco, Ehmed Hecî Muslim, Subheî Beko, Mehmûd Hecî Muslim, Mihemed Erebo, Ziyan Erebo, Mihemed Beko û Xelîl Bozan Beşîr in."
Hat ragihandin ku çeteyan ji gundê Qebasîn ê 13 kîlometre li rojhilatê Babê welatiyên Kurdên bi navê Hekîm Miho û Qedrî Hemo revandin, her wiha ji gundê Til Betal ê 25 kîlometre li rojavayê Babê 3 Kurdên ku navê wan ne hate zanîn revandine.
Çavkaniyan gotin ku çeteyan 67 welatiyên revandine birine cihekî ne diyar û da zanîn ku kesên nêzî çeteyan ji wan re gotine ku çete wê sivîlên Kurd ên revandine di şerê li herêma Ezaz û bajarê Babê de wekî mertal bikar bînin.