Anatomiya pêvajoyekê: Kê maseya li Îmraliyê qeliband?-2
15'ê Îlona 2013... Dema Selahattîn Demîrtaş û Pervîn Bûldan diçin girava Îmraliyê ji bo hevdîtinê, Ocalan diyar dike ku ew ê nirxandina salekê ya pêvajoyê bike.
15'ê Îlona 2013... Dema Selahattîn Demîrtaş û Pervîn Bûldan diçin girava Îmraliyê ji bo hevdîtinê, Ocalan diyar dike ku ew ê nirxandina salekê ya pêvajoyê bike.
15'ê Îlona 2013
Dema Selahattîn Demîrtaş û Pervîn Bûldan diçin girava Îmraliyê ji bo hevdîtinê, Ocalan diyar dike ku ew ê nirxandina salekê ya pêvajoyê bike. Hefteyek beriya vê hevdîtinê di 9'ê Îlonê de KCK'ê da xuyakirin ku AKP ji bo derbasî qonaxa duyemîn nebe li ber xwe dide û destnîşan kir ku ji ber AKP gavê neavêje, ew pêvajoya vekişînê didin sekinandin.
Demîrtaş dema di destpêka hevdîtinê de vê agahiyê dide Ocalan, bersiva 'haya min jê heye... ez ê binirxînim' werdigire.
Abdullah Ocalan radigihîne ku divê êdî pêvajo di formateke nû de dewam bike, ya ku heta niha hat kirin diyalog bû, diyalog jî gelekî zêde dewam kir û dibêje: "Em ê êdî ji vê pêvajoyê re bibêjin pêvajoya muzakereyê. Bêguman eger pêk were. Bi hikûmetê ve girêdayî ye, bi awayekî nivîskî û devkî min ji hikûmetê re ragihand. Eger qebûl bikin, bi meha Cotmehê re em ê dest bi pêvajoya muzakereyê bikin."
Belê ev gotin beriya du sal û nîvan di 15'ê Îlona 2013'an de li girava Îmraliyê ji aliyê Abdullah Ocalan ve tê bilêvkirin. Û bêguman Ocalan biryara KCK'ê ya li ser vekişînê bi van gotinan erê dike:
"AKP ji mijûlkirinê hez dike. Li gorî min, Qendîlê wê heta 1'ê Hezîranê ev pêvajo bibira serî. Weke Rêbertî min jî pêşdîtina vê kiribû. Lê belê sedemên mafdar ên Qendîlê hene. Kemîn danîn, qereqol çêkirin, komkujiya gundiyan kirin, ji bo vekişînê qanûn dernexistin. Bendavên bi armancên leşkerî çêkirin. Qendîlê bi awayekî mafdfar, tedbîr girt."
Ocalan di vê axaftina xwe de li rayedarê dewletê vedigere û dibêje: "
"Birêz rayedar, dema min got 1'ê Hezîranê, di wê baweriyê de bûm ku wê qanûn bihata derxistin û bi qemyonan rêya mehekê di nava 12 saetan de biçûna. Radibin di TV'yan de dibêjin 'Na, Apo gotibû 1'ê Hezîranê, lê rêxistinê lê guhdarî nekir'. Gelo vana wê bi bask bifiriya û biçûya? Wê çawa biçin? Eger hikûmet bi aqil bûya, heta 1'ê Hezîranê wê biqediya."
Ocalan di yek ji hevdîtinên xwe yên piştre de, ji ber ku bêyî derxistina qanûnê banga vekişînê kir 'rexnedayîna xwe da' û destnîşan kir ku hikûmetê gava mezin a ji bo çareseriyê hat avêtin îstîsmar kir û firsend ji dest revand.
Demek piştî vê hevdîtinê, Selahattîn Demîrtaş bi civîneke çapemeniyê re nêzîkatiya Ocalan a li pêvajoyê nirxand û bêcidiyeta hikûmeta AKP'ê rexne kir. Piştî vê civînê, bi fermana Erdogan bi xwe, careke din destûr nehat dayîn ku Demîrtaş biçe girava Îmraliyê.
Plana çalakiyê ya ji bo çareseriyê, ku ji aliyê Ocalan ve hat amadekirin û di her hevdîtinê de li gorî nêrîn û pêşniyarên aliyan hat revîzekirin, nediket meriyetê. Pêvajoya muzakereyê hînê destpê nekiribû û hikûmetê ji bo vê gav neavêtibû. Berevajî, bi tenê li herêma Colemêrgê di nava vê demê de 189 qereqol hatibû çêkirin û li Amed, Dêrsim û gelek herêmên din îhaleya çêkirina bi sedan qereqol û kalekolan ji TOKÎ re hatibû dayîn. Ocalan ji aliyê însanî ve girîngiyeke mezin dida rewşa girtiyên nexweş. Lê di vê mijarê de jî ti gav nehat avêtin û tedawiya wan jî hat astengkirin. Gav û hewldanên niyeta baş ên Ocalan û tevgera PKK'ê yên ji bo çareseriyê, weke qelsiyekê hat nirxandin û ji kûr ve amadekariyên êrîşên leşkerî û siyasî hatin kirin. Gelê li hemberî van amadekariyan li ber xwe dida, rastî êrîşê dihat û mirovên sivîl dihatin qetikirin.
KCK'ê û Heyeta HDP'ê ya diçû Îmraliyê, nerazîbûna xwe ya ji vê rewşê dianîn ziman û didan xuyakrin ku hikûmet ne ji bo çareseriyê, ji bo tinekirinê amadekariyan dike. Ocalan di wê baweriyê de bû, ku eger hikûmet vê pêvajoyê binirxîne, wê ji kaosa heyî ya Rojhliata Navîn hevgirtineke Kurd û Tirkan derkeve holê û ev sînerjî wê bandoreke mezin a erênî li herêm bike. Timî ji heyetên HDP û dewletê re radigihand ku eger pêvajo neyê nirxandin û neçareserî bê ferzkirin wê şikestineke mezin pêk were. Ji bo ev şikestina mezin pêk neyê û şer kûr nebe, ya divê bê kirin bi berfirehî ji aliyan re radigihand.
Ocalan ê di hevdîtinên mehên Îlon û Cotmehê de digot, 'divê pêdî pêvajo di formata nû de dewam bike', ji bo heta Newroza 2014'an muzakere destpê bikin û gav werin avêtin nirxandin dikir. Hikûmeta ku dît êdî pêvajo li gorî dilê wê nameşe, li derveyî heyeta dewletê ya rûtîn, rayedarekî siyasî yê payebilind şand girava Îmraliyê û soza da ku ew ê gavên pêwîst ên siyasî û qanûnî werin avêtin.
Sibe: Di navbera Ocalan û nûnerê payebilind ê siyasî yê AKP'ê de nexşeyeke bi çi rengî ya rê hat derxistin?