Li Ludwigsburgê ji bo azadiya Rêber Apo meşeke girseyî hate lidarxistin
Li Ludwigsburgê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate lidarxistin. Di meşê de daxwaza rakirina qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê hate kirin.
Li Ludwigsburgê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate lidarxistin. Di meşê de daxwaza rakirina qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê hate kirin.
Li bajarê Ludwigsburg ê Elmanyayê bi pêşengiya ciwanan meşek hate lidarxistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.
Girseya gel li ber Hauptbahnhof ê Ludwigsburgê kom bû, piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê ber bi navenda bajêr ve meşiya.
Ciwanan posterên Rêber Apo û pankarta " Ji Ocalan re azadî" hilgirtin. Di çalakiyê de bal kişandin ser "mafê hêviyê" yê Rêber Apo û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwestin.
Di axaftina li ser navê TCŞ'ê de hat gotin ku qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê ciwanan krîmînalîze dike û divê were rakirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Qedexeya PKK'ê biryareke siyasî ye û ne ji ber gefên terorê, ji ber sedemên siyasî ye. Ev qedexe dibe sedema marjînalkirina mafên çandî, siyasî û civakî ya gelê Kurd ên li Elmanyayê dijîn. Nahêlin ciwan bi awayekî azad nasnameyêa xwe bijîn. Heta ku ev qedexe bê rakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Meş bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.