Li 4 navendên Fransayê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê

15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarên Fransa Creîl, Montpellîer, Marsîlya û Bordeaûxê hat pîrozkirin.

15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li bajarên Fransa Creîl, Montpellîer, Marsîlya û Bordeaûxê hat pîrozkirin.

MONTPELLÎER

Pîrozbahiya li Montpellîerê li gundê Cresê pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê berdevkê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Montpellîerê axivî. Di axaftina xwe de berdevk ragihand ku 15'ê Tebaxê derbek li hemû paşverûtî, zext û tinekirinê ye û destnîşan kir ku ev pêngav di heman demê de li hemberî darbeya faşîst a 12'ê Îlonê bûye bersivek vîna Kurdan. Di axaftinê de hat gotin, "Girîng e ruhê 15'ê Tebaxê li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn bê jiyîn."

MARSÎLYA

Li Marsîlyayê jî di çarçoveya pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê de piştî meşa meşaleyî duh jî Navenda Civaka Demokratîk û Meclîsa Gel a Marîgnanne pîknîka gel organîze kirin. Pîknîka li Vîtrolê bi beşdariya malbatên ji Marîgnanne û Vîtrolê saet di 15'an de destpê kir. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Ozan Suleyman, Ozan Farûk û Ozan Ergîn derketin ser dikê.

Azad Şirnexî li vê derê axivî û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê werçerxa dîroka me ye. Mirovên dixwazin vê têkoşînê fêm bikin, divê bi baldarî li vê pêngavê temaşe bikin. Ruhê di bingeha hemû desketiyên îro de heye, ruhê 15'ê Tebaxê ye. Di pêvajoyeke ku em careke din ketine nava şer de, em ê bi ruhê 15'ê Tebaxê bersivê bidin zîhniyeta faşîst a mêtînger."

CREÎL

15'ê Tebaxê Cejna Vejînê ya gelê KUrd li bajarê Creîlê bi meşeke bi meşaleyan hat pîrozkirin. Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Creîlê pêk hat û Kurdsitaniyan, MLKP û dostên wan destek dan.

Di meşa ji ber gara Creîlê destpê kir de flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Mahsûm Korkmaz hatin hilgirtin û nûnerên saziyan piştî meşê axivîn. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûxê jî 15'ê Tebaxê bi mîtîngekê hat pîrozkirin. Di mîtînga li meydana Place de la Boûrse de, jin û ciwanan ji bo temsîla komkujiya li Pirsûsê darbestên reş hilgirtin û wêneyên ciwanên şoreşger ên jiyana xwe ji dest dan, rakirin.

Di çalakiyê de li ser hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê û komkujiyên li dijî gelê Kurd belavok hatin belavkirin.

Girseya gel darbestên reş danîn ber Konsolosxaneya Tirk a li Bordeaûxê û li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bordeaûxê Hayrî Çelebî li vir peyivî. Çelebî got, "Îro salvegera 32. a tovên destpêkê yên li Kurdistanê hatine çandin. Dema çirûska destpêkê hat pêxistin, dibe ku me xeyala van rojan nedikir. Lê belê mirovên wê rojê ew çirûsk pê xistin, rojê îro didîtin."

Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...