Anatomiya pêvajoyekê; Kê maseya li Îmraliyê qeliband?-3
Abdullah Ocalan wate da hewldana nûnerê siyasî yê payebilind ê hikûmeta AKP'ê û li bendê bû ku di mehên biharê de pêvajoya muzakereyê destpê bike.
Abdullah Ocalan wate da hewldana nûnerê siyasî yê payebilind ê hikûmeta AKP'ê û li bendê bû ku di mehên biharê de pêvajoya muzakereyê destpê bike.
Abdullah Ocalan wate da hewldana nûnerê siyasî yê payebilind ê hikûmeta AKP'ê û li bendê bû ku di mehên biharê de pêvajoya muzakereyê destpê bike.
Ji bo vê jî li ser hemû detayan hat axaftin û vî rayedarê ji Îmraliyê vegeriya, ji hikûmeta ku endamê wê ye, girîngiya hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê vegot.
Lê belê pêvajo bi vî rengî nemeşiya.
Hikûmeta AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê amadekariyên leşkerî zêde kir, li Rojava jî bi rêxistinên weke DAIŞ'ê re amadekarî kir û lez da amadekariyên êrîşa li hemberî Kobanê. Armancên wan ew bû ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bikin ku gerîla nema karibe tevbigere, derbê li destketiyên li Rojava bixe û bi xurtî li dora maseya li Îmraliyê rûnê û tawîzê werbigire.
Ji xwe di Tîrmeha 2014'an de li hemberî Kobanê pêleke nû ya êrîşê hat destpêkirin. Piştî ku ev êrîş hat şikandin, di 15'ê Îlona 2014'an de êrîşa bê perwa ya tê zanîn hat destpêkirin. Berxwedana li hemberî vê êrîşê û di serî de çalakiyên 6-7-8'ê Cotmehê, hemû çalakiyên 'Xwedîderketina li Kobanê' ya li her devera cîhanê pêk hatin û di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de xwedîderketina hat nîşandan, di nava organên biryardayînê yên dewletê de hatin nirxandin. Hikûmeta ku ji bo têkbirina têkoşîna azadiyê nêzî pêvajoya çareseriya demokratîk bû, dît ku nikare daxwazên xwe bi dest bixe.
Di demeke ku şerê li Kobanê dewam dikir de, di civîna MGK a 30'ê Cotmeha 2014'an de biryara 'lezandina amadekariyên şer û meşandina şerê topyekûn' derket. Ji xwe Ocalan ji heyeta HDP'ê ya di meha Mijdarê de çû girava Îmraliyê pirsa 'Nêrîna Qendîlê çawa ye' dikir. Heyeta HDP'ê got, 'Rêveberiya KCK'ê di wê baweriyê de ye ku MGK'ê di 30'ê Cotmehê de biryara şerê topyekûn daye. Bersiva Ocalan jî bi vî rengî bû; 'Bi wî rengî difikirin? Rast e, ez jî bi heman rengî difikirim. MGK'ê biryara şerê topyekûn daye...'
Ocalan ji bo vê konsepta şer a dewletê pûç bike û kêm be jî dibetiya çareseriyê dehf bide, planeke nû ya çareseriyê derxist holê. Di hevdîtinên vê demê de hişyarî dida dewletê û digot, 'Eger hûn Kobanê bidin xistin, ji Botan, Amed û heta Serhedê ez ê 4 kantonên din îlan bikim'.
Ocalan ji bo pêvajoyê bi pêş ve bibe, pêşnûmeya çarçoveyê ya muzakereyê amade kir û di Mijdara 2014'an de pêşkêşî aliyan kir. Ev pêşnûmeya ji 4 serenavên bingehîn û 66 serenavên jêrîn pêk dihat, ji aliyê aliyan ve hat pejirandin. Û metna çarçoveyê ya ji 10 xalan a di 28'ê Sibatê de li Dolmabahçeyê hat aşkerakirin, kurteberiya vê pêşnûmeya ji 66 xalan bû.
Li gorî pêşnûmeya ji aliyê Ocalan ve hat amadekirin; wê li ser hemû serenavan muzakere bihata kirin. Muzakere wê di 15'ê Sibatê de bigihaşta encamekê. Eger mutabaqat çêbibûya, vê carê wê gavên pratîkî bihatina avêtin.
Ji bo avêtina gavên pratîkî jî pêşniyar dike ku di bin sîwana meclîsê de komîsyonek were avakirin. Wezîfeya vê komîsyona ku ji derveyî meclîsê jî wê endamên xwe hebûya, lêkolînkirina heqîqetan bû. Ocalan dixwest ev komîsyon beriya her kesî bi wî re hevdîtinê bike. Dixwest di vê hevdîtinê de sedema destpêkirina têkoşîna çekdarî ya PKK'ê, şaşîtî û kêmasiyên aliyan ê di şerê dehan salan de, raxistina holê. Ocalan wê biryar û nêrîna xwe ya li ser 'bidawîkirina têkoşîna çekdarî' di hevdîtina bi vê komîsyonê re aşkera bikira.
Eger pêvajoya muzakereyê di 15'ê Sibatê de biqediya û komîsyona behsa mijarê hatibûya avakirin, Ocalan di pêşnûmeya çareseriyê de ragihandibû ku wê di meha Nînsanê de dawîanîna li têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê îlan bikira û PKK'ê jî kongreya xwe bicivanda.
Dewletê ev pêşnûme qebûl kir û hevdîtin dewam kir. Û ji bo li girava Îmraliyê muzakere bê kirin, odeyek hat amadekirin û li navenda wê odeyê jî maseyeke mezin hat danîn. Li dora vê maseyê Ocalan, heyeta HDP'ê ya berfirehkirî û heyeta dewletê wê rûniştibûna. Her wiha wê heyeta şopandinê ya bi nêrîna hevpar a aliyan biryar li ser avabûna wê hat dayîn, li dora maseyê amade bûya û ji muzakereyan re şahidî bikira.
Civîna destpêkê ya li dora vê maseyê di 9'ê Çileya 2015'an de hat kirin.
Sibe: Li dora maseya li Îmraliyê, Ocalan, heyeta dewletê û heyeta HDP'ê li ser çi axivîn?