Birîndar û şahidên komkujiya li Pirsûsê xwe amade dikin gilî bikin

Birîndar û şahidên komkujiya li Pirsûsê xwe amade dikin giliyê rayedarên hikûmet û dewletê bikin.

Birîndar û şahidên komkujiya li Pirsûsê, bi raporên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) re xwe amade dikin giliyê Wezîrê Karên Hundir, Waliyê Rihayê, Qeymeqamê Pirsûsê û personelên emniyetê bikin.

Ji şahid û birîndarên komkujiya li Pirsûsê Mehmet Lutfu Ozdemîr, Suleyman Başar, Duzgun Eskîn, Mûrat Akdag, Yasîn Can, Muslum Akbalik, Yûnûs Akan, Bawer Guner, Garîp Çelîk ên hefteyek piştî komkujiyê vegeriyan Stenbolê û ji bo travmayê ji ser xwe biavêjin li TÎHV'ê terapî dîtin, bi raporên wergirtî re wê giliyê Wezîrê Karên Hundir, Waliyê Rihayê, Qeymeqamê Pirsûsê û personelên emniyetê bikin.

'HETA KU BERPIRSYAR HEMÛ HESAP BIDIN EM Ê TÊBIKOŞ IN'

Yek ji 9 kesên ku travma nekariye ji ser xwe biavêjin û desteka psîkolojîk dibîne Derhênerê Kurd Garîp Çelîk ji ANF'ê re axivî û got, "Dewletê, tevî ku em neparast, komkujiya li Pirsûsê ji bo Rojhilata Navîn veguherîne gola xwînê weke hincetekê ji xwe re bi kar anî. Heta ku hemû berpirsyarên çavê xwe li vê komkujiyê girtine hesap bidin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin." Çelîk diyar kir ku hikûmeta demkî hewl dide bi komkujiyên nû re berpirsyariya xwe ya di vê komkujiyê de veşêre.

'AKP'Ê ÊRÎŞÎ PKK A LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞER DIKE, KIR'

Galîp Çelîk psîkolojiya xwe bi gotina "Dibe ku bombe li me neket, lê hemû hestên me parçeparçe kir" vedibêje û anî ziman ku ew bi şev kabûsan dibîne, destên wî pûç dibin, nikare hilmê bistîne, di her kêliyê de komkujî tê bîra wî û nikare dîmenên wê komkujiyê ji hişê xwe bibe. Çelîk da xuyakirin ku jiyana malbatên wan jî ji ber vê yekê serûbin bûye û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li mafên xwe bigerin. Çelîk her wiha nerazîbûn nîşanî AKP'ê da ku di bin navê êrîşa li hemberî DAIŞ'ê de, PKK'ê hedef digire.