Pêngava 15'ê Tebaxê li Kopenhagenê hat pîrozkirin
Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi mîtîngekê hat pîrozkirin.
Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi mîtîngekê hat pîrozkirin.
Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi mîtîngekê hat pîrozkirin.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê, saet di 13:00 de li Stasyona Nørreport'ê bi sedan kes civiyan û mîtîngê destpê kir. Tevî Kurdistaniyan dostên wan ên Danîmarkî jî destek dan çalakiyê. Di mîtîngê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Bijî Serok APo", "Bê serok jiyan nabe", "Şehîd namirin" hatin qîrîn. Tevî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li ser navê YNK, GORAN û PJAK'ê axaftin hatin kirin. Di daxuyaniya li ser navê PJAK'ê hat dayîn de Sîrwan Najawî yê berî sê rojan rejîma Îranê bi darve kir, hat bîranîn û soza xwedîderketina li bîranîna wî hat dayîn.
Di axaftina li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî, ev xal hat destnîşankirin: "Êrîşên hevpar ên dewleta faşîst a Tirk û çeteyên DAIŞ'ê yên barbar ên li hemberî Şoreşa Rojava û destketiyên gelê Kurd, di van rojên dawî de careke din tên beralîkirin. Mîna demên bihurî di vê demê de jî ji bo pûçkirina vê konsepta şer a li ser destketiyên gelê me tê meşandin, gelê Kurd berxwedaneke mezin nîşan dide.
Berdêla vê berxwedanê carna li Îranê dibe sêdar, carna jî li Zergelê dibe qetilkirina zarokan. Di cewhera 15'ê Tebaxê de berxwedan, hêvî, biryardarî, cesaret û bawerî heye. Ya ku gelekî mirî ji nû ve rakir ser piyan, ev taybetmendî ye. Ji bo Kurdan 15'ê Tebaxê bingeha vejînê ye. Di şexsê fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz (Egîd) de ev xet di nava şopdarên dilsoz Adil, Kûrtay, Ferhat, Nûda, Gulbihar, Sîdar de dewam kiriye û bûye mîrateyek ji mîlyonan mirovan re."
Mîtîng bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.