Li Qoserê operasyonên binçavkirinê
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li navçeya Mêrdîn Qoserê 3 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li navçeya Mêrdîn Qoserê 3 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li navçeya Mêrdîn Qoserê 3 kes hatin binçavkirin.
Li gundê Xerabkurka ê navçeya Qoserê, leşker û polîsên Tirk duh bi şev avêtin ser mala malbata Çam û ciwanê bi navê Salman Çam kirin binçavan. Malbatê ragihand ku ne diyar e, polîs û leşkeran kurê wan birine ku derê.
Danê sibehê jî leşkerên Fermandariya Jendermeyan a taxa Ûlûg a navçeya Qoserê, avêtin ser malekê.
Leşkeran êrîşî welatiyên ku li ber malê kom bûn kirin, gule berdan hewa û welatî belav kirin. Di encama serdegirtinê de welatiyên bi navê Mehmet Aslan û kurê wî Cemîl Aslan hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinê nehat zanîn û herdu kes birin Fermandariya Jendermeyan a Qoserê.