Xaniyê malbata gerîlayê HPG’ê Elîk rastî êrîşa çekdarî hat

Xaniyê malbata gerîlayê HPG’ê Elîk ê li Şengalê dema li hember çeteyên DAIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest da hat gulebarankirin.

Xaniyê malbata gerîlayê HPG’ê Elîk ê li Şengalê dema li hember çeteyên DAIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest da hat gulebarankirin.

 Li hemberî xaniyê malbata Yavûz Elîk (Karker Sema) ê HPG’yî yê dema li Şengalê li dijî dijminê mirovahiyê şer dikir jiyana xwe ji dest da, ya li Taxa Yenîdogan a navçeya Sancaktepe ya Stenbolê êrîşa çekdarî pêk hat.

MÎNÎBUSEK SPÎ HAT DÎTIN

Di êrîşa ji aliyê kes an jî hin kesan ve duh şev di saet 02:00’an de hat kirin, Ayşe Elîk a li malê bû got, “Piştî ku min zarok razandin min xwe li ser cihê xwe dirêj kir, 5 deqe derbas nebû min dengê çekan bihîst. Dema dengê çekan sekinî ez çûm min temaşe kir, cam şkestîbûn û kunên guleyan hebûn.” Niştecihên taxê jî gotin ku êrîşkar ji nava mînîbusek spî de gule berdane.

Polîsên ku hatin cihê bûyerê di hundirê malê 14 qepsulên guleyan dîtin û lê hat zanîn ku heya niha der barê bûyerê de kes nehatiye binçavkirin.