Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin

Operasyonên qirkirina siyasî yên di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de destpê kirin, dewam dikin. Li Stenbol, Sêrt, Denîzlî, Mêrdîn û Colemêrgê nêzî 50 kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de destpê kirin, dewam dikin. Li Stenbol, Sêrt, Denîzlî, Mêrdîn û Colemêrgê nêzî 50 kes hatin binçavkirin.

STENBOL

Li navçeyên Bagcilar, Kuçukçekmece, Esenyurt û Beyoglu yên Stenbolê di serdegirtina malan de hejmara kesên hatin binçavkirin derketin 15 kesan. 15 kesên piraniya wan aktîvîstên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Navên kesên hatin binçavkirin ên hatin zanîn wisa ne: Cafer Ay, Ecevit Taştı, Şiyar Karabay, Hikmet Duman, Ersin Dadaş, Turkan Sunbul, Besi Kaplan, Feremez Erkan, Nevzat Yilmaz, Şehmuz Kalkan, Erdal Karabulut. 

SÊRT 

Li taxa Bariş a Sêrtê şevê din li hemberî kulubeya nobetê ya polîsan êrîş pêk hat û di encama êrîşê de 2 polîs birîndar bûn. Piştî êrîşê polîsan li taxên Bariş û Çal bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de Bariş Dayan, Mehmet Kaçar û Yakup Oruç hatin binçavkirin.

Xebatkarê Şaredariya Sêrtê Aydin Kaçar ê ku duh hatibû binçavkirin piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan serbest hat berdan.

DENÎZLΠ

Hejmara kesên li Denîzliyê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin derketin 12 kesan. Hate zanîn ku 12 kesên di nav de Nûçegihanê DÎHA'yê Gokhan Oner û rêveberên HDP'ê jî hene bi hinceta endamên YDG-H'ê ne hatin binçavkirin. Hejmara kesên hatin binçavkirin gihişt 14 kesan

MÊRDÎN 

Polîsan duh serê sibehê dema ku xwestin bikevin taxa Abdulkadîrpaşa rastî xendekanên gel ji bo ku xwe biparêzin hatin vekirin hatin. Dema hewl dan ku xendekan bigirin rastî êrîşê hatibûn. Di êrîşê de kepçeya zirxî hatibu ruxandin û du polîs birîndar bibûn. Li ser bûyerê polîsên tîmên taybet seranserî taxê gulebaran kirin û piştre 11 kesên tu têkîliya wan bi bûyeran tineye binçavkiribûn. Hat zanîn serê sibehê hejmara kesên hatin binçavkirin gihîşt 14 kesan. 

Kesên ku hatine binçavkirin navên wan wisa ne: Ahmet û Mazlum Bulut, Mevlut Onal, Halîl Alper û kurê wî Abdurezak Alper, Halîme Okşak û keça wê Evîn Okşak, Ridvan Danişman, Bîlal Danişman, Vahdettîn Danişman, Sadettîn Danişman, Omer Ozel, Nesrîn Akay û zaroka bi navê D.A (15) bi îdîaya “Endamê rêxistinê” ne û “Çek û madeyên teqemenî temîn kirine” hatin binçavkirin. 14 welatiyên binçavkirî li Miduriyeta Polîsan a Nisêbînê tên girtin. Li navçeya Mehsertê jî welatiyê bi navê Seyfettîn Kurt ê ku di dema kontrola nasnameya de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

COLEMÊRG 

Li Colemêrgê 4 welatî yên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê Rêvebira Navenda Giştî ya DBP’ê Cevahir Kaçar serbest hat berdan û welatiyên bi navê Abdullah Ozkan, Cebrail Karagul û Şervan Besî jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê bi hinceta “endamê rêxistinê ne” biryara girtina wan da û şandin Girtîgeha Colemêrgê.