Serdarê teqawît Koç: Şerê AKP'ê daye destpêkirin ji bo parastina Qesrê ye
Ji Hêzên Deryayî yên Tirk Serdarê Teqawîtbûyî Zekî Koç destnîşan kir, ku AKP a naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bike, li şûna parastina welêt, ji bo parastina Qesrê biryara şer girtiye.
FERHAT ARSLAN / ANF
HATAY
yekşem, 16 gelawêjê 2015, 07:00
Ji Hêzên Deryayî yên Tirk Serdarê Teqawîtbûyî Zekî Koç destnîşan kir, ku AKP a naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bike, li şûna parastina welêt, ji bo parastina Qesrê biryara şer girtiye.
Serdarê Teqawît Zekî Koç ê salên dûr û dirêj di nava Hêzên Çekdar ên Tirk de wezîfe kir, polîtîkaya hikûmeta AKP'ê ya ku bi bikaranîna gotina 'pirsgirêka Kurd nîne' biryara şer daye û li ser cenazeyan hewl dide dengan bi dest bixe, ji ANF'ê re nirxand. Koç diyar kir ku ji ber helwesta 'aştiyane' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, welat gelek caran ji karesatê filitiye.
Hûn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa dinirxînin? Eger tecrîd dewam bike, wê pirsgirêk karibe bê çareserkirin?
Eger mirov ji destpêka pêvajoya aştiyê mînakê bidin; Birêz Ocalan bi nameya xwe ya di Newroza 2013'an de ji gelên Tirkiyeyê re şandî re, weke gava destpêkê ya muzakereyê cihê xwe di hişê mirovan de girt. Di wê demê de greva birçîbûnê ya li girtîgehan veguherî rojiya mirinê ya mezin. Birêz Ocalan di wê demê de ket navberê û welat ji karesateke mezin rizgar kir. Piştre di encama hevdîtinên navbera Birêz Ocalan û saziyên pêwendîdar ên dewlet û hikûmetê de, bi salan muzakere hatin meşandin. Bala tevgerekê û bi mîlyonan mirovan, li perspektîfa Birêz Ocalan e. Ji xwe eger dewlet alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk be, nikarîbû li Îmraliyê tecrîdê bimeşîne. Bi dîtina min, ji bo pêşeroja vî welatî û jiyana hevpar a gelan, divê tecrîd tavilê bê rakirin. Birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn şens û firsendeke mezin e. Eger hikûmeta AKP'ê bi rastî jî li pêşeroja gelan difikire, eger dixwaze vê pêvajoya kaotîk beralî bike, divê tavilê şert û mercên karibe bi Birêz Ocalan re muzakereyê bike, biafirîne.
Hûn dengê li dijî vî şerê hatiye destpêkirin çawa dinirxînin?
Di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê de, nirxên hevpar ên gelan û daxwaza aştiyê li dora HDP'ê civiyan û nîşan da ku bloka aştî û azadiyê hêviya tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. Ev şitlên hêviyê yên şîn bûn, ji bo avakirina jiyana azad a nû ji bo bawerî û gelên bindest, ji bo pêkhatina aştiyeke zeximkirî, bûn firsendên mezin.
Hikûmeta AKP'ê biryara şerê li dijî Kurdan kengî wergirt?
Vê vejîna gelan, sûlta Qesrê xist nava panîkê, rê li ber bêçaretiya têkçûnê û tengaviya ji ber lêgerîna li nixumandina dizîtî û nelirêtiyê vekir. Li aliyê din li Rojava bi pêngava hêzên YPG/YPJ'ê ya li dijî barbarên DAIŞ'ê li Girê Spî da meşandin re, gelên Ereb, Kurd, Tirkmen û gelên din azad hatina zadkirin û tevgera jiyanî li nava tevahiya raya giştî ya cîhanê deng veda. Vê dengvedanê bandoreke berevajî li hikûmeta AKP'ê û eniya Qesrê kir. Di heman demê de hestên tolhildanê yên Qesrê sor kir û weke yekane rêya rizgariya ji vê tengaviyê, dest bi şerê tolhildanê kir.
Em dikarin vê yekê weke biryar şer a hikûmeta AKP'ê ya li dijî destketiyên Rojava binirxînin?
Belê, piştî ku Recep Tayyîp Erdogan nekarî bibe serok, piştî ku AKP û hikûmeta Qesrê ji desthilatdariyê ket, piştî ku azadiya Cerablûsê li ber derî bû û xwegihandina hev a her sê kantonan gelekî pêkan bû, mixabin şerê tolhildanê ji bo hikûmeta AKP'ê bû rêya jêneveger. Medya hawiz her roj bi senaryoyên nû re ragihand ku kantonên Rojava li ber xwegihandina hev in û bi kontrola YPG/YPJ'ê li ser sînorê 910 km ê Sûriyeyê re wê çeteyên DAIŞ'ê bikevin rewşeke tirsnak. Li gorî wan, ji bo pêşîgirtina li vê rewşa ne xweş, hikûmeta AKP'ê ji bo sînorê 110 km ê di navbera Cerablûs-Efrînê de di bin kontrola DAIŞ'ê de bimîne, planeke nû ya taktîkî dixist dewrê. Ji bo herêma tampon û herêma li firîna balafiran qedexe ya kûrkirî, ku beriya niha dikir nedikirin nikarîbûn pêk bînin, bi planeke nû bi cih dihat anîn û biryar dihat dayîn ku yekîneyên TSK li herêmê werin bicihkirin. Bi vî rengî kontrola DAIŞ'ê ya li herêma Cerablûsê dihat ewlekirin û ji bo DAIŞ'ê tevgera 'nixumandinê' dihat meşandin. Armanca vê tevgera nixumandinê ew bû ku hemû tevger û manewrayên DAIŞ'ê bi veşartî werin kirin.
Di nava raya giştî de nêrîneke welê heye ku AKP ji ber hêrsa ketina ji desthilatdariyê, li dijî Kurdan zarokên ekdar ên Kurd û Tirk tîne hemberî hev. Gelo bi meşandina di ser cenazeyan re mirov dikarin li ser desthilatdariyê bimînin?
Ev hemû ji bo rizgariya ji tengaviya Qesrê û hikûmeta AKP'ê û tetmînkirina hestên tolhildanê dihat kirin. Mirina mirovan, hatina cenazeyan û barîna rondikên dayikan ji bo wan bi tenê amûreke siyasetê bûn. Bi dîtina min haya tevahiya gelên Tirkiyeyê jê heye ku zîhniyeteke paşverû ya hikûmeta demkî hewl dide welêt veguherîne gola xwînê û wê di dema pêş de di sindoqê de hesabê vê bi giranî jê bipirsin.
Hikûmeta AKP'ê ya ku lêgerîna Kurdan a çareseriya statuya xwe bi rêyên demokratîk qebûl nake, bi rêy aşer dikare Kurdan bêzar bike?
Tevî van hemû gunehên dike hikûmeta AKP'ê, tolhildana ji HDP û Kurdan ji xwe re kiriye hewldaneke jiyanê. Li aliyekî êrîş û komkujiyên li hemberî gelê sivîl ê li Başûrê Kurdistanê, li aliyê din tirs û kaosa li nava welêt, di nava gelan de rê li ber bandora bêhêvîtî û kabûsê vekiriye. Her wiha êrîşê û binçavkirinên li hemberî endam û rêveberên HDP'ê, komkujiya li Pirsûsê hat kirin, salên 90'î tîne bîra mirovan. Ev yek dayîna deynê wefa yê ji bo 'birayên xwe yên Kurd' ên bi salan ew anî ser desthilatdariyê û da jiyîn bû. Beriya niha rêveberên weke Tansû Çîller, Dogan Gureş, Mehmet Agar, Mesût Yilmaz heman rêbaz ceribandin û bi kuştinê, bi tinekirinê re digotin ew ê çareser bikin. Halbûkî dîrokê timî nîşanî me da ku ev rêbaz şaş e. Eger rêbaz rast bûya, îro Kenan Evren, Tansû Çîller, Mesût Yilmaz wê bi awayekî gelekî cudatir bihatina bîranîn.
AKP'ê di desthilatdariya xwe ya 3 deman de, ji ber peyamên xwe yên nerm ên da Kurdan û hêzên demokrasiyê li ser piyan ma. Li gorî we daxuyaniyên tund ên dawî yên ji Qesrê hatin kirin, rê li ber dilşikestinê vekir û bandor li sindoqê kir?
Zîhniyeta AKP'ê ku wextekê soz da, wesayeta leşkerî jî di nav de ew ê hemû wesayetan hilweşîne û hat ser desthilatdariyê, îro weke parçeyek ji heman wesayetê ne ji bo parastina welêt, ji bo parastina Qesrê ciwanan dide kuştin, bi gotina wan 'ciwanan feda dike', lê belê di nava van ciwanên tên fedakirin de ti ji xizmên wan nîne. Yên wan bi qutiyên pêlavan ên tijî dolare re mijûl in. Êdî gelên me vê rastiyê dibînin. Hêvîdarim û bawer dikim ku wê hesabê vê jî bê pirsîn.
AKP'ê çima li dijî Kurdan biryara şer stend?
Hikûmeta AKP'ê 13 salan Kurd timî mijûl kir, pêvajoyên aştiyê, guhertinên destûra bingehîn, paketên demokratîkbûyînê weke depoya dengan bi kar anî. Di dema nû de piştî ku fêm kir nema dikare bi kar bîne, hêviya xwe jê birî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan tecrîd ji nû ve şidand, berê tivingê careke din da rojhilat, berê xwe jî da rojava. Ji bo wergirtina dengên neteweperest-nîjadperest ên rastgir, vê carê serî li manewrayên koalîsyonê da. Ji bo emrê hikûmeta demkî dirêj bike, ser qirêjiyên xwe bigire û ber dilê xwe xweş bike, her tim hewl da demê dirêj bike û bingeha koalîsyona şer amade dike. Bi dîtina min, dikare bi MHP'ê re hikûmeteke hindikayiyan an jî bi hevkariya MHP'ê re hikûmeta koalîsyona şer ava bikin. Li cem van manewra û lîstik ti carî naqede. Bi taybetî jî dema Kurd behsa mijarê be.
Bi înkarkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê re di nava civakê de şikestineke mezin a baweriyê rû da...
Rastiya şênber bi vî rengî ye; Tevî ku bernameya aştî û demokratîkbûyînê ya ji 10 xalan a di Mutabaqata Dolmabahçeyê de hat xwendin erênî hat dîtin jî, piştî ku Birêz Serokkomar û wezîrê pêwendîdar di pêvajoya hilbijartinê de rêveçûneke neyînî ji bo wan heye, bi 180 dereceyî zivîrîn û bi gotina 'Pirsgirêka Kurd nîne, Mutabaqata Dolmabahçeyê nîne, mase nîne, pêvajo nîne' rewşa xwe bi awayekî şênber û tazî raxistin pêş çavan. Ti bawerî nemaye ku ev zîhniyet êdî bide gelên Tirkiyeyê. Girîng e gelên Tİrkiyeyê êdî têkoşîna xwe ya demokratîk bimeşînin û mîna beriya niha ji niha û pê ve jî zîhniyetên zextdar û pavşerû biavêjin ser sergoyê dîrokê.
Bi rêya çapemeniyê di ser cenazeyan re polîtîka tê kirin, di vê mijarê de bangek we ji civakê re heye?
Polîtîkaya zext û zilmê, refên li welêt zelal kiriye. Li aliyekî şerxwaz hene, ku vana xwe ji kîn û nefretê xwedî dikin. Amûra wan a polîtîk jî cenaze û rondikên dayikan e. Li aliyê din jî aştîxwaz hene, ku ji bo aştiyê têdikoş in, hewl didin bedenên xwe bidin mertal. Ev jî gelên bindest in. Yên ku li dijî şer seferberiya topyekûn a aştiyê îlan kirine. Şervanên aştî û azadiyê ne. Di vê çarçoveyê de HDP a hêviya gelan, yek ji hêmanên herî xurt ên vê bloka aştiyê ye.
Banga min li tevahiya gelên Tirkiyeyê ye; Divê em ya di nava parêzvanê azadî û demokrasiyê Bloka Aştiyê de cih bigirin, yan jî berê xwe bidin Bloka Şer a parêzvanên faşîzm û zordariyê. Li komareke demokratîk, wêneyê Tirkiyeyeke ji paradîgmaya neteweya demokratîk a ku hemû gel û bawerî xwe bi awayekî azad lê îfade dikin, ya herî rast e. Ev felsefe jî di nava projeya HDP'ê de bi cih tê anîn.