Şewatên li Dêrsimê wê li cihê wê bên lêkolînkirin

Heyeta Tevgera Ekolojî ya KCD’ê û Mezopotamya, ji bo şewat û texrîbatên xwezayê yên demên dawî li Dêrsimê rû didin lêkolîn bikin hatin bajêr.

Heyeta Tevgera Ekolojî ya KCD’ê û Mezopotamya, ji bo şewat û texrîbatên xwezayê yên demên dawî li Dêrsimê rû didin lêkolîn bikin hatin bajêr.

Heyet, ji bo der barê şewatan de agahiyan bigire destpêkê Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl ziyaret kirin. Paşê jî civînek li dar xist. Civîn li salona civînê ya Meclîsa Şaredariyê pêk hat. Di civînê de Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, parlamenterên Dêrsimê yên HDP’ê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş, nûnerên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya, Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk, Meclîsa Ekolojiyê ya Dêrsimê, Dilxwazên Parastina Xwezayê ya Dêrsimê û partiyên siyasî tevlî civînê bûn.

Aktivîsta Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê Yildiz Tahtaci di civînê de axaftinek kir û got, “Têkildarê van texrîbatan em bûn sê kom. Di navbera dîrokên 16-18’ê Tebaxê de  em weke Herêma Amedê, Herêma Botanê û Herêma Dêrsim – Çewlikê em cuda bûn. Em ê li van herêman yek bi yek hevdîtinan û lêkolînan bikin.”

Parlamentera HDP’ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn got ku şewatên daristanan piranî li derdora kalekol û qereqolan derdikevin.

Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu jî destnîşan kir ku şewatên daristanan ên li Dêrsimê derkevin ji şewatên daristanan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê cuda tê wateya tinebûna cihên pîroz jî. Onlu diyar kir ku divê lingeke heyetê yê vir bibe em û saziyên vê derê.

Heyetê piştî plansaziya xwe çêkirin, ji bo lêkolînkirina herêmên şewata daristanan a li tevayî Dêrsimê derketine lêkolîn bikin ketin ser rê.