Li Ewropayê bi daxwaza girtina girtîgehên tîpa S û Y ên li Tirkiyeyê û berdana girtiyên şoreşger-sosyalîst ên di van girtîgehan de ne grevên birçîbûnê yên piştgiriyê hatin destpêkirin. Çalakiya yekem li bajarê Koln ê Elmanyayê destpê kir.
Greva piştgiriyê ya sê rojan a ku ji hêla AVEG-KON, SKB, YS û TSP ve tê lidarxistin, di 24’ê Gulanê de li Kolnê bi daxuyaniyek çapemeniyê hat ragihandin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên li van girtîgehan di bin tecrîdeke giran û şert û mercên dermirovî de têne girtin.
Greva birçîbûnê ya li Kolnê wê li Komeleya Multi-Kulti ya girêdayî AGÎFê berdewam bike.
Çalakvan wê di dawiya hefteyê de mêvanan qebûl bikin û serdanên agahdariyê li saziyên cûrbecûr bikin. Grev wê roja Duşemê bi çalakiya konvedana li ber Dom Forumê ya Kolnê bi dawî bibe.
Tê plankirin ku li Fransa û Swîsreyê grevên piştgiriyê bên lidarxistin. Grevên birçîbûnê wê heta dawiya Tîrmehê li bajarên din ên Îngilistan û Elmanyayê werin lidarxistin.
Sosyalistan banga piştgiriya grevên li girtîgehan û avahiyên ESP'ê yên li Tirkiyeyê kirin.