Wan, Amed û Colemêrg: Kurdî dive bibe zimanê fermi
Di çarçoveya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de li Wan, Amed û Colemêrgê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate xwestin ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
Di çarçoveya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de li Wan, Amed û Colemêrgê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate xwestin ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
Di çarçoveya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de çalakî didomin. Di çalakiyên ku li Wan, Colemêrg û Amedê hatin lidarxistin de daxwaza ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê hate ziman. Li Wanê bi pêşengiya Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) 22 saziyên ku xebatên xwe dikin, daxuyanî û meşek li dar xistin. Bi sedan kesên li Kolana Hunerê hatin cem hev, pankartên bi nivîsa "Statûya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî" û "Cejna Zimanê Kurdî piroz be" hildan. Di meşê de pankratên ku daxwaza zimanê kurdî dikin ku bibe zimanê fermî û perwerdehiyê hatin pêşandan.
Ji rêveberên KURDÎGEH'ê Alî Ataman ev daxwaz kir:
"* Divê di destûra bingehîn û qanûnan de statuya Kurdî bê naskirin.
* Divê perwerdeya Kurdî di her astê de hebe, ji pêşdibistanê heta zanîngehê.
* Divê hemû qedexe û astengiyên qanûnî ku gelê Kurd pê re rû bi rû ne, bên rakirin; divê kurdî di hemû sazî û warên fermî, civakî û rojane de serbest be.
* Navên cihan ên ku veguherandine Tirkî divê werin îadekirin."
Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gonul Uzunay nerazîbûn nîşanî polîtîkayên asîmîlasyonê da. Berdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Heval Dilbahar jî bang li gel kir û got, "Em xwedî li zimanê Kurdî derkevin."
Piştî axaftinan, bi sedan kes bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Zimanê Kurdî" ber bi KURDÎGEH'ê ve meşiyan.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê ya Colemêrg daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya li ber DEM Partiyê de daxwazên bi heman rengî hatin bilindkirin. Hevserokê DEM Partiyê ya Geverê Ercan Sevmez diyar kir ku bi mîlyonan zarokên Kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in û perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî bingehîn e. Sevmez wiha got: "Heta ku hemû maf û azadiyên çandî, ziman û nasnameyî ku mafên herî rewa û bingehîn ên gelê Kurd in bi qanûnan werin ewlekirin, wê têkoşîn bidome."
Parlamenterê Partiya DEM'ê yê Colemêrg Vezîr Coşkûn Parlak bal kişand ku polîtîkayên asîmîlasyonê bi ser neketine û got, "Li pişt vî zimanî dîrokeke mezin heye. Zimanê me rûmeta me ye." Parlak destnîşan kir ku di pêvajoya nû de ji bo Kurdî bibe zimanekî fermî divê gav bên avêtin.
AMED
Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) bi boneya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li gundê Cobînê ya navçeya Xana Axparê ya Amedê bi tevlîbûna jin û zarokan bernameyek li dar xist. Di bernameya ku alfabeya kurdî hate hînkirin de nêzî 250 zarok beşdar bûn, stranên kurdî hatin gotin û çalakiyên rengdayînê hatin lidarxistin. Zarokan li gel malbatên xwe bi kêf û şahî govend gerandin.
Piştî bernameyê bi jinan re civînek hate lidarxistin. Di civînê de bal hat kişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê û tedbîrên divê li hemberî wan bên girtin hatin vegotin. Di dawiyê de Şaredariya Xana Axparê û MED-DER'ê pirtûkên kurdî pêşkêşî zarokan kirin.