ROJANE
Hemû Nûçe
-
Berxwedana li Seyhanê êrîşa polîsan şikand
Polîsên Tirk ên bi ava şid, gaza îsotê û fîşekên plastîk êrîşî gelê li Seyhanê kirin, rastî xweparastina Kurdistaniyan hatin. Di encama berxwedana gel de polîs neçar man xwe vekişînin. -
Li Besançon û Montbeliardê civînên hilbijartinê yên HDP'ê
Li bajarên Besançon û Monbeliard ên departmana Doubs a li rojhilatê Fransayê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, du civînên girseyî hatin lidarxistin. -
Polîtîkaya şer a AKP'ê li Orebro hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Orebro dijîn, ku roja Sêşemê ji bo şermezarkirina desthilatdariya AKP'ê daketibûn qadan, di dawiya vê hefteyê de jî ji ber bomberdûmana qadên gerîla, cara duyemîn dewleta Tirk şermezar kirin. -
YHDS, di hilbijartinên Meclîsa Federal a Swîsreyê de namzetên destekê bide wan aşkera kir
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Swîsreyê (YHDS) aşkera kir ku wê di hilbijartinên Meclîsa Federal a Swîsreyê yên 18'ê Cotmehê de destekê bide kîjan namzetan. -
NCDK a Baselê ji aliyê parlamenterên Swîsreyî ve hat vekirin
Cihê nû yê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Baselê ji aliyê gelek parlamenterên Partiya Keskan û Partiya Sosyalîst ên Swîsreyê ve hat kirin. -
Heuschmann: Tirkiye hiqûqa şer binpê dike
Koordînatora Tirkiyeyê ya Amnesty International a Swîsreyê Heuschmann got, "Qetilkirina sivîlên li Kurdistanê ji aliyê dewletê ve, nayê qebûlkirin. Eger sîstema serokatiyê ya li gorî dilê Erdogan pêk were, wê êdî qala demokrasiyê neyê kirin." -
Ji Însiyatîfa TATORT Kurdistan ji bo Heskîfê piştgirî
Aktîvîstên TATORT Kurdistan bi Hewldana Jiyandina Heskîfê re çalakiyeke piştevaniyê li dar xist. -
Şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn
Di pêşengiya Piştevaniya Pirsûsê de bi sedan kesên hatin gel hev di meha duyemîn a Komkujiya Pirsûsê de şehîdên Pirsûsê bi bîr anîn. -
Encamên di sindoqên Yewnanîstanê de derdikevin Syrîza nîşan didin
Li Yewnanîstanê ku îro hilbijartina pêşwext pêk hat, li gor encamên anketên di sindoqan de Syrîza partiya yekemîn e. -
Li Hannover û Gîessen AKP hat protestokirin
Polîtîkayên şer ên AKP’ê, li bajarê Hannover û Gîessen ên Elmanya hatin protestokirin. -
Li Kolnê di navbera ciwanên Kurd û nîjadperestên Tirk de pevçûn - HAT NÛKIRIN
Îro saet 13.30’î li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, di navbera komekê û welatparêzan de pevçûn derket. Du welatparêz birîndar bûn. -
El-Hadî: Kurd bi felsefeya Ocalan ji şoreşa Rojhilat Navîn re pêşengiyê dikin
Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî diyar kir ku gelê Kurd pêşengiya şoreşa Rojhilata Navîn bi rêya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike. -
Mele Bextiyar: Şoreşa Rojava temînata azadiya Kurdistanê ye
Berpirsê Buroya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar di 6. Kongreya Asayî ya PYD’ê de axivî. -
Însiyatîfa Malbatê Pirsûsê: Em ê ji bo edaletê li ber xwe bidin
Malbatên Şehîdên Pirsûsê yên dibêjin "Bila dilê me ji bo edaletê lê bide" hatin cem hev û Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ava kirin. Malbatên ku "pereyê xwînê" red kirin gotin: Em ê li ber xwe bidin. -
Platforma Aştiyê ya St. Gallen li dijî polîtîkayên şer meşiya
Platforma Aştiyê ya St. Gallen, li hemberî şerên li gelemperiya cîhanê diqewimin û li dijî polîtîkayên şer, meşeke mezin pêk anî. -
Li Swîsreyê konferansa li ser xweseriya demokratîk
Koma Piştgiriya Rojava ya Swîsreyê bi pêşengiya Perspektiven Bauen, li bajarê Swîsre Bernê, ji bo hîn baştir sîstema Rojava were naskirin, konferansek li ser konfederalîzma demokratîk lidar xist. -
Li Rennesê çalakiya xwedîderketina li Cizîrê
Li rojavayê Fransayê bajarê Rennesê, di civînekê de berxwedana Cizîrê hat silavkirin. Rojnamevan Fûat Kav di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku divê her kes berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav bikin. -
Polîtîkayên AKP'ê yên şer li Saarbruckenê hatin şermezarkirin
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, bi armanca şermezarkirina polîtîkayên AKP'ê yên şer meş û mîtîngek hat lidarxistin. -
Li Dusseldorf, Amsterdam û Madrîdê çalakiya kon
Li Dusseldorf, Amsterdam û Madrîdê konên agahdarkirinê hatin vedan û bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê û der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî hat dayîn. -
Li Hambûrgê çalakiya xwedîderketina li xwerêveberiyê
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo silavkirina xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin îlankirin, meşek hat lidarxistin. -
Polîs li Geverê êrîşî gel dikin
Li navçeya Gever a Colemêrgê, tîmên tevgera taybet ên taxên Orman, Cumhuriyet û Kişla dorpêç kirin gel gulebaran dikin. -
Faşîstên xwestin bimeşin hatin astengkirin
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê Kurdên ku meşa faşîstan a li bajêr protesto kirin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. -
Tûra karên derve li Freîbûrg didome
Freîbûrg DKTM, bi Parlamenterê CDÛ yê PE û endamê Maseya Tirkiyeyê Marschall re rûnişt. -
Wezîrên HDP'yî hilbijêrên girtî ziyaret kirin
Wezîrên HDP'yî Konca û Dogan, hevşaredarên girtî û girtiyên nexweş ziyaret kirin. -
Gerîlayê HPG’ê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê Talay Çelîk (Reşît Serdar) ê HPG'î yê li Sêrtê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Taxa Sîsê ya Licê hate defirkirin.