Berxwedana li Seyhanê êrîşa polîsan şikand
Polîsên Tirk ên bi ava şid, gaza îsotê û fîşekên plastîk êrîşî gelê li Seyhanê kirin, rastî xweparastina Kurdistaniyan hatin. Di encama berxwedana gel de polîs neçar man xwe vekişînin.
Polîsên Tirk ên bi ava şid, gaza îsotê û fîşekên plastîk êrîşî gelê li Seyhanê kirin, rastî xweparastina Kurdistaniyan hatin. Di encama berxwedana gel de polîs neçar man xwe vekişînin.
Li Taxa Barbaros a navçeya Edene Seyhanê, bi armanca şermerzarkirina terora dewletê û êrîşên li hemberî goristanên gerîlayên PKK'ê, çalakiyek hat lidarxistin. Polîsên Tirk bi ava şid, gaza îsotê û fîşekên plastîk êrîşî gel kirin. Gel jî bi xweparastinê bersiv da êrîşa polîsan û bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" li ber xwe da.
Pevçûn heta derengiya şevê dewam kir û di encamê de wesayîteke zirxî ya bi tîpa akrep ket rewşeke welê ku nema karibe bê bikaranîn.