BI DÎMEN

Li Zurichê bîranîna Qirkirina Pontusê

Li bajarê Zurich ê Swîsreyê bi banga Ciwanên Derya Reş çalakiyek hate lidarxistin û Rûmên Pontus ên di navbera salên 1914-1923'an de hatin qirkirin, hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ya li Helvetiaplatzê hate lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Pişte daxuyanî ji çapemeniyê re hate dayin û hate ragihandin ku ya li gelê Pontus hate kirin 'qirkirin' bû û banga rûbirûbûna dîrokî hate kirin.

'EV YEK DÎROKA TINEBÛNÊ YE'

Bi nvaê Ciwanên Derya Reş Anton Aldemîr û Bûrak Kahvecî axivîn û anî ziman ku 19'ê Gulanê di vegotinên dîroka fermî de weke 'rizgariyê' tê pîrozkirin, lê belê ji bo gelê Pontusê ve 'destpêka tinebûnê' ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Îro bayê şor ê Derya Reş êşên rabirûyê li rûyê me dixe. Îro roja stranên bêdengkirî yê Pontusê, Rûmên Derya Reş e ku ji malên xwe hatin kirin û hatin sirgûnkirin."

ELENÎ ÇAVÛŞ HATE BÎRANÎN

Di çalakiyê de yek ji sembolên berxwedana Pontusê Elenî Çavûş jî hate bîranîn. Di axaftinan de hate ragihandin ku Elenî xwedî li jin, nasnameya Rûm û Derya Reş derket û hate gotin, "Dema ku gelê wê dihate qirkirin, wê li ber xwe da. Elenî Çavûş hişeke nayê jibîrkirin e. Her ku em navê wê bi bîr tînin dengê bi hezaran mirovên ji nedîtî ve hatine dibihîzin."

'EV YEK QIRKIRIN BÛ'

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku ya li Pontusan hate kirin qirkirineke bi rêk û pêk bû.

Beşdarên çalakiyê bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku Qirkirina Pontusê nas bike, Mafên çandî, dîrokî û hiqûqî yên gelê sirgûnkirî radestî wan bê kirin, ji bo ziman, nasname û stranên Derya Reş edalet bê bicihanîn, paşeroja azad û xwişk û biratiya gelan bê avakirin.

Çalakî bi gerandina govendê, stranan û soza xwedîderketina li mîrateya çandî ya Pontusê bi dawî bû.