Dostê gelê Kurd 'Ronan ê Bretonyayî' jiyana xwe ji dest da
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) diyar kir ku yek ji têkoşeran Ronan Le Louran ku salên dûr û dirêj bi gelê Kurd re bû, jiyana xwe ji dest da û ew gelekî pê êşiyan.
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) diyar kir ku yek ji têkoşeran Ronan Le Louran ku salên dûr û dirêj bi gelê Kurd re bû, jiyana xwe ji dest da û ew gelekî pê êşiyan.
Le Louran ê 53 salî ji ber nexweşiyê ku demeke dirêj li ber xwe dida, di 15'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.
Alîkarê Serokê Komeleya Dostaniya Kurdan a Bretanyayê (Amitiés kurdes de Bretagne) Ronan Le Louarn zêdeyî 30 salan piştgirî dida têkoşîna maf a gelê Kurd.
Le Louarn beşdarî gelek mîsyonên çavdêriyê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bû, hewl da bûyerên li herêmê bigihîne raya giştî.
Le Louarn ku bi zimanê xwe yê dayikê bi Bretonyayî diaxivî û bi nasnameya xwe ya Bretanyayî serbilind bû, di nava Kurdan de weke 'Ronan le Breton' (Ronan ê Bretanyayî) dihate naskirin.
Di daxuyaniya CDK-F'yê de hate ragihandin ku wefata Ronan Le Louarn 'Ji bo tevgera piştevaniyê windahiyeke mezin e'. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em sersaxiyê ji malbata wî, ji komeleya Amitiés kurdes de Bretagne derneğine û her kesên pê re dimeşiya, dixwazin."