Mele Bextiyar: Şoreşa Rojava temînata azadiya Kurdistanê ye
Berpirsê Buroya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar di 6. Kongreya Asayî ya PYD’ê de axivî.
Berpirsê Buroya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar di 6. Kongreya Asayî ya PYD’ê de axivî.
Berpirsê Buroya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar diyar ku Rojava zêdetirî 7 hezar şehîd li her çar parçeyên Kurdistanê de daye. Bextiyar destnîşan kir ku serketina Şoreşa Rojava temînata azadiya Kurdistan û Sûriyeya demokratîk e.
Berpirsê Buroya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar di 6. Kongreya Asayî ya PYD’ê de axivî.
Bextiyar di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên şoreşê û doza Kurd, bi bîr anî û berxwedana şervanên di çeperên şer de silav kir û wiha got: “Em nehatin vir da ku em bêjin YNK’ê ji bo doza Kurd çi kiriye, lê belê em hatin da ku em spasiya şervanan bikin, ji ber ku wan 150 hezar welatiyên Êzidî yên Şengalê ji komkujiyê, rizgar kirin. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê, Şengalê û Kerkûkê bi bîr xistin.”
Bextiyar di berdewamiya axaftina xwe de got ku serketina Şoreşa Rojava, temînata azadiya her çar parçeyên Kurdistanê û Sûriyeya demokratîk e û serketina îradeya gelan e.
Bextiyar destnîşan kir ku siyaseta herêmê hatiye guhertin û gelê Kurd sûd jê wergirtiye û gelê Kurd niha pêşengiya têkoşîna rizgariyê ya demokratîk li cîhanê dike.
Bextiyar da zanîn ku dewletên cîhanê yên xwedî hêz, cebilxane û artêşên mezin nikarîbûn çeteyên DAIŞ’ê têk bibin, lê belê hêzên YPG/YPJ’ê, gerîla û pêşmerge karîbûn çeteyan li Rojava û Başûrê Kurdistanê têk bibin.
Bextiyar diyar kir ku ji ber îradeya têkoşîna rizgariya demokratîk a xurt a gelê Kurd, di dema ku hemû cîhan li benda ketina Kobanê bûn, neket û ji ber vê yekê jî tevahiya siyaseta herêmê hat guhertin û gelê Kurd bû pêşengê têkoşîna demokratîk a cîhanê.
Bextiyar got ku PYD’ê roleke dîrokî dilîze û bang li hevserokatiya partiyê û endamên wê kir ku ji bo komkirina aliyê Kurdî û yek kirina hêzên Kurdî kar û têkoşînê bilind bike û amadebûna YNK’ê û hemû welatiyên başûr a destekdayîna wan anî ziman û ev tişt li axavtina xwe zêde kir: “Me hêvî dikir ku Mam Celal li vir amade ba, lê belê wî ber rewşa xwe ya tendirustiyê nikarîbû, tevlî kongreyê bibe û ez niha weke şûna wî li virim.”