Polîtîkayên AKP'ê yên şer li Saarbruckenê hatin şermezarkirin

Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, bi armanca şermezarkirina polîtîkayên AKP'ê yên şer meş û mîtîngek hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, bi armanca şermezarkirina polîtîkayên AKP'ê yên şer meş û mîtîngek hat lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiya rûniştinê ya ji Duşemê û vir ve li Saarbruckenê tê lidarxistin, duh mîtîngek pêk hat. Zêdeyî hezar kesên li ber konê li Meydana Europa Galerî hat vedan kom bûn, saet di 15:00 de dest bi meşê kirin.

Kurdistanî û dostên wan di kolana Bahnhofstr de li nava bajêr meşiyan. Di meşê de bi qîrîna dirûşmeyan komkujiyên hikûmeta AKP'ê hatin protestokirin û bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku ji bo dawî li terora AKP'ê were anîn, destekê bidin Kurdan.

Girseya gel piştî meşê li pêşiya Europa Galerî careke din kom bû û mîtîng pêk anî. Di mîtînga ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê 3. Welt Saar Klaûs Blees mafê axaftinê wergirt û got, "Kî dikare ji min re  bêje cudahî di navbera Neron û Erdogan de heye? Ez di navbera wan de ti cudahiyê nabînim. Neron Roma şewitandibû."

Di axaftina lis er navê Resîst de jî qedexeya li Elmanyayê ya li ser PKK'ê û zexta li Elmanyayê li Kurdan tê kirin, hat rexnekirin. Qiseker anî ziman ku wateya qedexekirina PKK'ê nemaye û xwest qedexe tavilê bê rakirin. Di axaftinê de qiseker bal kişand ser têkoşîna PKK'ê ya ji Rojava heta Şengalê û destnîşan kir ku divê Elmanya heman desteka xwe ya ji bo pêşmergeyan bide PKK'ê.

Ji MLPD a Elman Dîter Schwang jî got, "Kurd ne bi tenê ne, pêwîste ev were zanîn. Ji xwe me li Rojava ew bi tenê nehişt, em ê li ti cihî bi tenê nehêlin. Weke ICOR di ji nû ve avakirina Rojava de em ê bi hev re tevbigerin."

Piştî axaftinan mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...