ROJANE
Hemû Nûçe
-
YPG: Li Hesekê 2 şervanên me û 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku di êrîşa duh a li bajarê Hesekê de, 2 şervanên wan û 8 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. -
YDG-H: Pêwîst e em li derdora têkoşîna azadiyê bibin yek
Tevgera Ciwanên Welatparêzên Şoreşger got: “Em bang li tevayî ciwanên Kurd dikin ku di nav YDG-H’ê de xwerêveberiyên xwe yên mafekî meşrû ye biparêzin û li derdora têkoşîna azadiyê bibin yek.” -
Demokratên Sosyal ên Swêdî: Pêwîst e Tirkiye şer bi dawî bike û vegere ser maseyê
Heyeta Swêdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê lêkolîn kir, bang li hikûmeta Tirk kir ku bila şer rawestînin û ji nû ve vegerin muzakereyan. Heyetê got: “Divê êrîş û bombebaranên Tirkiyeyê ne li hember Kurdan be, li hember DAIŞ’ê be.” -
Yuksekdag: Erdogan û AKP di polîtîkaya şer de israr dikin
Heyeta HDP, HDK, KCD û DBP'ê, piştî hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê civîneke çapemeniyê lidar xist. Li ser navê heyetê Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî û destnîşan kir ku AKP û Erdogan di polîtîka şer de israr dikin. -
Dev ji vê dînîtiyê berdin
Wezareta Karên Hundir, ji bo şehîdgehên li 14 bajaran werin rakirin fermanname ji walîtiyan re şand. Parlamenterên HDP'ê bal kişandin ser vê fermannameyê û gotin, "Encam wê giran be. Dev ji vê dînîtiyê berdin." -
Stenbol, Manîsa, Dîlok, Sêrt: 10 kes hatin binçavkirin, kesek hat girtin
Li Stenbol, Manîsa û Sêrtê 10 kes hatin binçavkirin, li Dîlokê jî kesek hat girtin. -
Dewleta Tirk li fûara bazirganiya çekan hat şermezarkirin
Fûara bazirganiya çekan a li paytexta Îngilîstan Londonê hat protestokirin. Di çalakiya bi pêşengiya Ciwanên Azad û Meclîsa Gelê Kurd de dirûşmên "Brîtanya, bes çekan bifiroşe Tİrkiyeyê", "Qirkirina li Kurdistanê bisekinînin" hatin qîrîn. -
Li Swêdê çalakiyên Kurdistaniyan
Li Swêdê, çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên desthilatdariya AKP'ê û dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan bênavber dewam dikin. -
Baydemîr ji Meclîsê xwest qewimînên li Cizîrê lêkolîn bike
HDP'ê, der barê qetilkirina sivîlan li Cizîrê de, ji Meclîsê xwest lêkolînan bike. -
Mezintirîn sendîkaya Îngilîstanê: Divê Ocalan azad bibe
Unite the Union, ji dewleta Tirk xwest ku li pêvajoya çareseriyê vegere û mercên azadiyê ji bo Ocalan biafirîne. -
Polîsan li Nisêbînê zarokek birîndar kirin
Polîsên Tirk li Nisêbînê zarokekî 14 salî ji lingê rastê û milê çepê birîndar kirin. -
Di bin dorpêçiya polîsan de çalakiya piştgiriyê ji bo Rojava
Çalakiya piştgirîdayîna Rojava, ku ji aliyê komên antî faşîst ên Swîsreyî ve hat organîzekirin, di bin dorpêçiya polîsan de pêk hat. -
Li Munchenê çalakiya ji bo Cizîrê
Li bajarê Elmanya Munchenê, bi mîtîngekê berxwedana Cizîrê hat silavkirin. -
Berxwedana Cizîrê li Madrîdê hat silavkirin
Li paytexta Spanya Madrîdê, bi armanca silavkirina berxwedana Cizîrê û protestokirina êrîşên dewleta Tirk, meşek hat lidarxistin. -
Însiyatîfa Gel a Kurecîkê dest bi xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê kir
Ji bo xebatên hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê, Kurecîkiyên li Dûîsbûrgê dijîn, dest bi xebatê kirin. -
Li Wanê ciwanekî 18 salî ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin
Polîsên ku li Wanê taxek gulebaran kirin, ciwanê 18 salî yê bi navê Vedat Balik qetil kirin. -
Polîsan meşa hiqûqnasan asteng kirin
Polîsan hiqûqnasên ji bo komkujiya li Cizîrê protesto bikin wê ji Galatasarayê bimeşiyana Taksîmê, asteng kirin. -
Li Edeneyê yek jê zarok 6 kes hatin binçavkirin
Li Edeneyê di serdegirtinên serê sibê yên malan de yek jê zarok 6 kes hatin binçavkirin. -
Pêwîstî careke din bi girtina polîsê kujer nehat dîtin!
Di doza qetilkirina Emrah Demîr ê bi fîşeka polîsan hat kuştin de, tevî ku gumana sûc xurt heye jî, biryar hat dayîn ku bersûc Denîz G. neyê girtin. -
Li Dresdenê ji bo Cizîrê kon hat vedan
Li Elmanyayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dike, didomin. -
Ji HDP'ê banga 'Bibin endamên me yên desteya sindoqê'
HDP'ê ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê banga "bibin endamên me yên desteya sindoqê" li endam û dostên xwe kir. -
Ji Wezîrê HDP'yî Dogan li Îzmîrê hevdîtin
Wezîrê Pêşvebirinê yê HDP'yî Dogan, Rêxistina HDP'ê ya Bajêr, Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Odeya Bazirganiyê ya Îzmîrê ziyaret kir. Dogan, di daxuyaniya piştî serdanan de peyama aştiyê da. -
Li Agirî 19 girtî, li Dêrsimê 6 binçavkirî
Di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de, operasyonên qirkirina siyasî didomin. Li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistane her roj bi dehan kes tên binçavkirin an girtin. -
Komkujiyên AKP'ê li Fransa û Îtalyayê hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li Fransa û Îtalyayê, komkujiyên AKP'ê protesto kirin. -
'Li dijî êrîşan divê em bibin yek'
Kurdên li Rûsyayê dijîn, der barê terora AKP'ê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê û êrîşên li hemberî gelê Kurd de ji ANF'ê re axivîn.