Gerîlayê HPG’ê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê Talay Çelîk (Reşît Serdar) ê HPG'î yê li Sêrtê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Taxa Sîsê ya Licê hate defirkirin.

Cenazeyê Talat Çelîk (Reşat Serdar) ê HPG'î yê li çoltera gundên Kever û Bizukayê yên Sêrtê di 14'ê îlonê de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Taxa Sîsê ya navçeya Licê ya Amedê bi merasîmê hate definkirin. Cenazeyê Çelîk piştî ku ji Goristana Yenîkoyê ya Amedê hate wergirtin bi konvoya ji dehan wesayîtan pêk tê anîn "Şehîdgeha Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed" a li taxa Sîsê. Bi hezaran kesên di nav de parlamenterê HDP'ê Edîp Berk jî heye tevli mesarîsê bûn û cenaze bi dirûşman ve hate definkirin.
Piştî ku cenaze hate definkirin Hevseroka MEYA-DER'ê yê Amedê Ayşe Dîcle axivî û wiha got: "Êdî sebra me nemaye. Êdî em vî zilmê qebûl nakin. Em ê ji 7 salî heta 70 salî parastina xwe ya cevherî pêk bînin."
Piştre Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen axivî û wiha got: "Rêhevalê me Reşît çawa ku li dijî zilmê canê xwe da îro şunde jî em ê têkoşîna wî bi awayeke xurtir bidomînin."
Piştî merasîma cenaze girse ji gund veqetiya û hate gotin ku serdanên sersaxiyê dê li Mala Şînê ya Badikayê bê qebûlkirin.