Dewleta Tirk dijayetiya xwe ya Kurdan didomîne
Ger PKK hatibe fesixkirin û têkoşîna çekdarî hatibe bidawkirin gelo sedema vê dijminahiya li hemberî gelê Kurd ê li Sûriyeyê, tesfiyekirin û bêrêxistinhiştinê çi ye?
Ger PKK hatibe fesixkirin û têkoşîna çekdarî hatibe bidawkirin gelo sedema vê dijminahiya li hemberî gelê Kurd ê li Sûriyeyê, tesfiyekirin û bêrêxistinhiştinê çi ye?
Weke tê zanîn PKK’ê xwe fesix kir û îlan kir ku wê dawî li têkoşîna çekdarî ya li hemberî dewleta Tirk aniye. PKK’ê bi vê biryarê çeka di destê dewleta Tirk de ya ‘’têkoşîna li dijî terorê’’ stend. Dewleta Tirk siyaseta xwe ya înkar û tunekirinê, zex û terora xwe ya li hemberî gelê Kurd bi hinceta ‘’têkoşîna li dijî terorê’’ dikir û dimeşand. Li gel xwefesixkirina PKK’ê û bidawîbûna têkoşîna çekdarî diviya dijminahî û dijberiya li hemberî gelê Kurd bi dawî bûba. Her wiha divê zemîna siyasî û hiqûqî were avakirin û di nava pergalê de ji gelê Kurd re cih were vekirin. Ji bo vê yekê hewceyî bi xebitîna Rêber Apo ya bi awayê azad û birêvebirina pêvajoyê heye, lê belê hikûmeta AKP’ê di vê mijarê de hê jî pêgaveke şênber neavêtiye. Di mijara veguherînên yasayî de hê jî pêngavek nehatiye avêtin û pêşketinek tune ye.
Dewleta Tirk bi hinceta têkoşîna li dijî terorê dest bi dagirkirina Sûriyeyê kir. Herêmên weke Efrîn û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Li hemberî gelê Kurd dest bi paqijiya etnîkî kir. Ev çend meh in rejîma BAAS’ê hatiye hilweşandin lê belê hê jî destûr nayê dayîn ku gelê ji xakên xwe hatine dûrxistin, vegerin ser mal û milkên xwe. Gef û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser jî berdewam dikin.
NEDIYARIYA LI SÛRIYEYÊ
Pêşeroja Sûriyeyê wê çawa be, tu kes nikare têkildarî vê pirsê bersiveke teqez bide. Makeqanûna ji aliyê HTŞ’ê ve hatiye derxistin û awayê rêveberiya wê baweriyê nade tu kesan. HTŞ’ê di lawaztirîn û tengavtirîn serdema xwe de jî li hemberî Elewiyan serî li komkujiyê da. Em nikarin bibêjin ku êrîşên wê yên li dijî Durziyan bi temamî sekinîne yan jî ewlehiya wan hatiye dabînkirin. Nayê zanîn ku wê peymana ku li gel Rêveberiya Xweser îmze kiriye, çawa were sepandin û bicihanîn.
GEFA KOMKUJIYÊ HEYE
Ji bo gelê Kurd ihtîmala gef û komkujiyê hê berdewam e. QSD, di rewşa heyî de hem ewlehiya herêmê pêk tîne hem jî tekane hêz e ku parêzvaniya pergala demokratîk ya hatî avakirin, dike. Hê jî li holê ewlehiyeke makeqanûnî tune ye. Rêveberiya Xweser ragihand ku ew daxwaza Sûriyeyeke demokratîk û yekbûnê dike. Peymana hatî îmzekirin jî îadeya vê yekê ya zelal e. Her wiha girêdayî nêrîna nabe ku di dewletekê de tu artêş hebin, qebûl kir ku QSD wê tevlî artêşa Sûriyeyê bibe jî bibe. Lê belê dixwaze ku ev tevlîbûn di çarçoveya parastina avaniya wê ya xweser de be.
DIBE KU QSD PARASTINÊ BIDOMÎNE
Dema ku em li rewşa Sûriyeyê dinêrin dibe ku QSD weke hêza parastina gelê li herêmê bimîne. Jixwe wisa ava bûye, sînor parastine lê belê a niha avaniyeke ku ewlehiya gelê li herêmên dabîn kiriye, tune ye. Dema ku em li rewşa gelê Kurd a xweser dinêrin, dibe ku parastina herêmên lê dimîne bigire ser milên xwe. Ev nayê wateya artêşeke cuda. Weke perçeyeke artêşa girêdayî wê, wê ewlehiyê dabîn bike.
ASTENGÎ DEWLETA TIRK E
Weke ihtîmalekê dibe ku HTŞ, bi awayekî li gel Rêveberiya Xweser li hev bike, lê belê ji destpêkê ve ye dewleta Tirk li hemberî vê yekê astengî ye û li dijî vê yekê disekine. Li herêmê û seranserê cîhanêli hemberî hemû geşedanên têkildarî gelê Kurd disekine û wan bloke dike. Her wiha a niha li Tirkiyeyê di bin vanê xwişk-biratiya Kurd-Tirkan de dibêjin ku em dixwazin yekbûnê pêk bînin û eniya hundirîn xurt bikin. Girêdayî vê yekê çûn Îmraliyê. Rêber Apo jî ji bo şensekî bide vê hewldanê berpirsiyariyeke dîrokî girt ser milên xwe û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî girt. Ger PKK hatibe fesixkirin û têkoşîna çekdarî hatibe bidawkirin gelo sedema vê dijminahiya li hemberî gelê Kurd ê li Sûriyeyê, tesfiyekirin û bêrêxistinhiştinê çi ye?
DIVÊ TASFIYEKIRINA QSD’Ê FERZ NEKE
Rojhilata Navîn herêmeke ewle û aram nîne. Tiştên tên serê Filistiniyan berçav in. Her wiha çima dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd HTŞ’ê tercîh dike? Gelo ew zêdetir nêzîkî Tirkiyeyê ne yan jî ew zêdetir aligirên pergaleke demokratîk in? HTŞ hê jî di ‘’lîsteyên terorê’’ yên DYE, Ewropa û NY’yê de ye. Ji ber ku ji HTŞ’ê bawer nakin ew ji lîsteya terorê dernexist lê belê li seranserê cîhanê tu kes QSD’ê weke ‘’terorîst’’ nabîne. Ev hêz ji bo şerê li dijî DAÎŞ’ê ava bûye û li gel Koalîsyonê kar kiriye. QSD’ê ji bilî parastina gelê li herêmê tişteke din nekiriye. Tirkiye hemû destkeftiyên gelê Kurd û pêkhatiyên ku gelê Kurd di nav de cih digirin hedef digire û bi hinceta PKK’ê dixwaze wan tune bike û ji holê rake. Nabe ku li hundir xwişk-biratî hebe û li derve jî dijminahiyê bike. Nikare bi vî awayî gelê Kurd bixapîne. Divê dewleta Tirk ev qasî destwerdana karên Sûriyeyê yên hundirîn neke û ji bo tasfiyekirina QSD’ê berê HTŞ’ê nede wê yekê ku zextê li Rêveberiya Xweser bike.
DIVÊ GELÊ KURD BALDAR BE
Ne pêkan e ku mirov geşedanên li Rojhilata Navîn texmîn bike. Tevîku qet nedihat payîn jî Trump li Erebîstanê bi Ahmet Şare re hevdîtine kir. Ragihand ku ew ê pêkanînên li ser Sûriyeyê rake. Bi biçûkxistina hêzên Ewropayî û hevalbendên Koalîsyonê re daxuyaniyeke wiha da. Helwesta HTŞ’ê ya bi israr û mezin dibe li hember herêma Rêveberiya Xweser wê çawa be? Ev ne zelal e. Ya ku tê zanîn hewldanên Erdogan ên ji bo bêbandorkirina kurdan û bêrêxistinkirina wan e. Ev tê wê wateyê ku Kurd di bin gefa qirkirinê de ne. Pêwîste gelê Kurd û herêma xweser û hêzên demokrasiyê li hember xeterî û geşedanên gengaz çalak û amade bin.
* Ji rojnameya Ronahî hatiye wegirtin